Sewqiyata leşkerî ya artêşa tirk ji bo Colemêrg û Şirnexê didome. Duh ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê wesayîtên zirxî şandin sînor.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî pevçûna li sînor hatiye jiyîn, konvoyên leşkerî û wesayîtên zirxî şandine herêmê. Duh di saetên êvarê de ji Fermandariya Tugaya 21’emîn ya Geverê 50 wesayît şandin Fermandariya Tugaya Sînor a 34’emîn ya Şemzînanê. Hate hînbûn ku wesayîtên zirxî û yekineyên leşkearn li sînor bi cih kirine.