Bayik: Gelê me bi berxwedanê ketiye rêya Mazlûm Dogan
Li Hannoverê pîrozbahiya Newrozê didome. Hevserokê KCK’ê Bayik bi rêya sînevîzyonê peyamek şand, destnîşan kir ku gelê Kurd teslîbûyinê qebûl nake û li ber xwe dide.
Li Hannoverê pîrozbahiya Newrozê didome. Hevserokê KCK’ê Bayik bi rêya sînevîzyonê peyamek şand, destnîşan kir ku gelê Kurd teslîbûyinê qebûl nake û li ber xwe dide.
Li Hannoverê pîrozbahiya Newrozê didome. Hevserokê KCK’ê Bayik bi rêya sînevîzyonê peyamek şand, destnîşan kir ku gelê Kurd teslîbûyinê qebûl nake û li ber xwe dide. Bayik bi ruhê Mehmet Tûnç banga têkoşîna li dijî faşîzma AKP’ê li Kurdan kir, her wiha banga tevlîbûna kampanyaya piştevaniya bi Bakurê Kurdistanê re li gelê Ewropa kir.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê 70 hezar kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn. Di pîrozbahiyê de Yelda Abbasî, Mûstafa Dadar, Koroya Zarokan, Bandîsta û gelek hunermend û koman li ser dikê cih girtin.
BAYIK: TESLÎMBÛYIN Û KOLEDARÎ NEHATIN QEBÛLKIRIN; GELÊ ME LI BER XWE DIDE
Hevserokê Giştî yê KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê peyam şand pîrozbahiyê. Bayik got Newroz teslîmbûyînê qebûl nake û berxwedana Mehmet Tûnç, Mazlûm Dogan dewam dike. Bayik banga têkoşîna bi ruhê Mehmet Tûnç li tevahî gelê Kurd kir.
Di peyama Bayik de ev îfade cih girtin:
“Di şexsê Mehmet Tûnç de, di şexsê şehîdên Cizîr û Sûrê de Cejna Newrozê pîroz dikim. Îro li Bakurê Kurdistanê dewleta faşîst a Erdogan ji bo teslîmwergirtina gel û tevgera me bi awayekî giran êrîş dike. Gelê me jî li hember vê dest bi pêngava xweseriya demokratîk kiriye û derbasî berxwedanê bûye. Em ji pêvajoyek bi êş derbas dibin. Di Newrozê de teslîmbûyin, koledarî nehatiye qebûlkirin. Her tim berxwedan mezin bûye. Tevî derfetên kêm ên Mazlûm Dogan jî bi derketinek îdeolojîk li hember faşîzmê sekiniye. Îro li Kurdistanê gelê me di rêya mazlûm Dogan de dimeşe. Li Cizîrê Mehmet Tûnç ji faşîstên AKP’ê re got ‘hûn nikarin me teslîm wergirin’ û dest bi berxwedanê kir. Mehmet Tûnç rêya Mazlûm Dogan esas girtiye. Sekna Mehmet Tûnç, sekna Mazlûm Dogan û Rêber Apo ye.”
BAYIK BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ KIR
Bayik bal kişand ser kampanyaya ji bo piştgiriya bi gelê li Bakurê Kurdistanê jî wiha got: “Divê Ewropa pêngava xweseriya demokratîk bide destpêkirin. Bi awayekî herî heybet tevlî kampanyayê bibe. Alîkariyê bide gelê me yê li ber xwe dide. Divê nehêlin destê xwe dijmin re veke. Pêwîst e derdorên demokratîk ên Ewropa jî piştevaniyê bi Kurdan re bike.”