Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr diyar kir ku piştî girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya tam zelal bû, polîsan gule bera hewayê dane û pîroz kirine. Baydemîr got; “Cihê Kurdan ne li cem AKP, CHP û MHP’ê ye. Dersa vebijarkî jî li hemberî Kurdan heqaretek e.”
Baydemîr ji malpera bi navê Beroj a bi Kurdî û Tirkî weşanê dike re axivî û destnîşan kir ku girtina hilbijartiyên Kurdan li herêmê rewatiya AKP’ê ji holê radike. Baydemîr gotina “Em navê gelê xwe qirêj nekin” a Seîdê Kurdî bi bîr xist û bang li parlementerên AKP’yî yên Kurd kir ku êdî li gelê xwe vegerin û ger partiyên Kurdan BDP, Hak-Par û KADEP’ê naecibînin jî bila partiyek din ava bikin.
Baydemîr diyar kir ku berxwedana ku gelê Kurd li hemberî zilmê nîşan dide berxwedana doza Kurd û Kurdistanê ye û wiha domand; “Daxwazên Gelê Kurd ên mafdar dê rojekê teqez bi silametî bigihin encamê.” Baydemîr got; “Doza Kurdan ne dozek 10-20 salan e, herî kêm 200 sal e berdewam dike. Ji ber wê jî mîras û dîroka têkoşînê herî kêm 200 salî ye. Tu tiştek ji ber xwe ve çênebû. Îro jî tiştên em dijîn, bûyer, sedm û encamên niha jî ji ber xwe ve çênebûne.” Baydemîr bal kişand ser dîroka piştî Osmaniyan û diyar kir ku heta niha nêrîna desthilatiyan a li hemberî Kurdan neguheriye.
POLÎS GIRTIN BEKÎR KAYA BI GULLEYAN PÎROZ KIR
Baydemîr ragihand ku dema Şaredarê Wanê Bekîr Kaya hat girtin ew bi xwe jî li Wanê bû ûbal kişand ku Kaya bi rêjeyek mezin a gel hatibû hilbijartin. Baydemîr got; “Hema bêje bi rûmeta me leyîstin. Ev cara yekem e ez dibêjim; piştî ku biryara girtina Kaya hat dayîn, hin ji polîsên li ber derê gule berdan hewayê û bi vî awayî girtinan pîroz kirin. Û vê li ber çavên min kirin.”
LI ARTEMÊTAN VÎNA GEL XISTIN GIRTÎGEHÊ, AKP BÛ DESTHILAT
Baydemîr bi bîr xist ku ji sala 2009 ve 190 şaredar, endamên meclîsan, serokên meclîsên bajara û navçeyan hatine girtin û got; “Niha li Şirnexê tenê yek şaredar jî nemaye. Mînak li Artemêtanê, şaredarê me hat girtin. Endamê Meclîsê yê AKP’yî bû şaredar. Şaredarê ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin avêtin girtîgehê. Endamek ê meclîsê yê AKP’yî bû şaredar.
TIRKAN ÇI HEBE, DÊ YÊN KURDAN JÎ HEBIN
Baydemîr bang li Kurdan kir û got; “Bangewaziya min pir aşkere ye. Divê êdî her Kurdên li Kurdistanê dibêje ez mirov im, li hemberî zilma zaliman bibe xwedî helwest. Ji bo me êdî tu ferqa AKP’ê ji CHP û MHP’ê tu nemaye. Ji ber wê jî her çendî bêje ‘ez dersa vebijarkî ya Kurdî tînim, ez baş im’, ev ji bo me tu wateya xwe tune ye. Em li ser esasê wekheviyê li erdnîgariya Kurdistanê û ji bo gelê Kurd azadiyê dxiwazin. Em dixwazin li ser bingeha wekheviyê bi hev re bijîn. Li ser vê erdnîgariyê çi yê Tirkan hebe, dê yên Kurdan jî hebin. An ne navê vê yekê nabe azadî.”
DERSA HILBIJARTÎ HEQARET E
Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dibêje ku ez li erdnîgariya kurdistanê ji bo pola 4-5’an kurdî dikim dersa hilbijarte. Ev heqarete li gelê Kurd dike. Ev ne reform, ne ronesasn ev heqaret e. Ger ku ez li erdnîgariya xwe nekarim bi zimanê dayikê perwerdê bidim zarokê xwe, nekarim navê erdnîgariya xwe bi kar bînim ev ne azadî ye. Ger ku di warê aborî de xweserbûneke te tune be, tu dîsa li vê erdnîgariyê tune, dîsa mexdurî. Tu ne azadî. Ji ber vê jî azadî, ne ku Osman Baydemîr şaredar, an jî Ahmet, Mehmet, Ayşe parlamentere. Azadî eve ku gel bi zimanê xwe bi çanda û bi nasnameya xwe li erdnîgariya xwe bijî.
CIHÊ KURDAN NE AKP, CHP Û MHP YE
Baydemîr da zanîn ku li gorî wî divê kurd berê xwe bide gelê xwe û wiha pê de çû: “Ger ku ligel AKP,CHP û MHP’ê cih bigire, dê rondik xemgînî eziyetê gelê kurd zêde be. Ji ber vê tenê navnîşanekê nîşan nadim. Ev ne hedê min.e bi dehan riyên alternatîf hene. Ez tu carî bang nakim bila hemû kes bên din ava BDP’ê de siyasetê bikin. Cihê kurdan ne AKP,CHP û MHP ye. Cihên kurdan ligel gelê wane.”
HER GIRTINEKE MEŞRUYETA AKP’Ê YA KURDISTANÊ JI HOLÊ RADIKE
Baydemîr destnîşan kir ku li Kurdistanê ji partiyeke siyasî 190 kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin, 35 şaredar hatin girtin û wiha got: “Ji aliyê AKP’ê ve hatin gitin. Ger ku girtina siyasetmedaran amûreke tasfiyeyê be, bê guman wisaye, ger ku siyaseta ku BDP’ê ne meşrube,wê demê siyaseta ku AKP li vê erdnîgariyê dimeşîne jî ne meşruye. Di esasa xwe girtina siyasetmedarên kurd meşruyeta AKP’ê ya li Kurdistanê tune dike. Ma gelo vÊ yekê nabînin. Nabêjin ku em evqas kes digirin, em dê çawa siyasetê li wir bimeşînin.”
MA ZAROKÊN KURD NABÊJIN ÇI KAR WE LI GEL ÎDRÎS NAÎM ŞAHÎN HEYE?
Baydemîr da zanîn ku 20,30,40 sal şû nde dê ev hemû bê nivîsandan û dê ji aliyê zarokên me ve bên xwedin. Baydemî wiha got: “Dê Îdrîs Naîm Şahîn jî bixwînin. Dê we jî bixwînin ey birayên min yên parlamenterê kurd. Zarokên me dê li Şahîn nexeyîdin. Lê ji li we bixeyîdin. Dê bêjin Şahîn peywira xwe kir. Gelo dê ji were bêjin çi? Dê nebêjin çi karê we li wir heye. Ez bang li hemû kesî dikim. Werim em kasetên kampanyay^eyên 2004,2007,2009,2011’an temaşe bikin. Min di her qadeke hilbijartinê de, di her vekirina boruyekê de min gotiye kevirê ku hun bavêjin rakîbên ewil dê li serê min bikeve. Hun jî rojekê bêjin; Ey hukumet ewa evqas şaredarên me girtin, dê ev zemîna meşruyeta min ji holê raneke. Ka carekî ji hikûmetê re bêjin.
GER HÛN BDP, HAK-PAR, KADEP’Ê NAECIBÎNIN PARTIYEK NÛ AVA BIKIN
Baydemîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî min cihê wan ne AKP,CHP û MHP ye. Cihê wan ligel,g elê wan e. Ger ku hun BDP, HAK-PAR û KADEP’ê naecibînin, partiyek nû ava bikin. Evqas hêsane. Lê êdî em nekarin koleyê bikin. Mafekî me yê wisa tune.