Li Herêma Federal ya Kurdistanê Dîplomasiya Rojavaya Kurdistan û Sûriyê didome. Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî duh bi Serokê Encumena Nîştimaniya Suriye Abdulbasit Seyda re hate cem hev.
Di demek ku dîplomasiya li ser Rojavaya Kurdistanê û Sûriyeyê leztir dibe Serokê Herêma Kurdistan Mesût Barzanî duh bi serokê Encumena Nîştimaniya Sûriyeyê Abdulbasit Seyda ziyaret kir. Li malperê her dû alî li ser biratiya gelên Sûriyeyê kirin û pêwîste Gelên Sûriyeyê bi xwe biryara çarenûsa xwe û pêşeroja welatê xwe bidin.
Hêjaya gotinê ye duh pêştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû, Abdulbasid Seyda û endamê ENSK’ê hatin cem hev.