Barzanî ji bo çareseriya aşitiyane bang li PKK û dewleta Tirk kir

Barzanî ji bo çareseriya aşitiyane bang li PKK û dewleta Tirk kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xemgîniya xwe ya ji bo zêdebûna şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk anî ziman û diyar kir ku pirsgirêk bi şer çareser nabe. Barzanî got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hewldan û hevkariyek ku pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin amade ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh li Hewlêrê tevî wezîrên derve yên Swêd, Polonya û Bûlgarîstanê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pirsgirêka di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Nûrî El Malikî de û zêdebûna şer û pevçûnên di navbera PKK û dewleta Tirk de hatin gotûbêjkirin.

Barzanî diyar kir ku ji bo standina baweriyê ji Malikî lijneyek hatiye avakirin û ev lijne xebatên xwe berdewam dike. Barzanî da zanîn lijneyê karên xwe qedandiye û pêşkêşê parlementoyê kiriye, niha li benda encamê ne.

Barzanî bal kişand ser hewldanên hikûmeta Iraqê ya ji bo astengkirina xebatên şîrketên lêgerîna petrolê li Başûrê Kurdistanê û got ku mixabin li Bexdayê çend kes ji bo siyaseta astengkirina pêşveçûna Herêma Kurdistanê têne peywirdarkirin.

Barzanî bal kişand şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de û diyar kir ku wan ji bo rawestandina vî şerî gelek hewl daye û dê hewldanên wan bidomin. Barzanî got; “Me gelek cara hewl da. Lê mixabin hin caran şer û pevçûnên wiha diqewimin. Ev y ek jî nîşan didin ku êdî ev pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin, tenê dikarin bi rêyên aşitiyane bê çareserkirin.” Barzanî bang li PKK’ê û dewleta Tirk kir ku ji bo çareseriyê vegeriyên ser çareseriya aşitiyane.

Barzanî xemgîniya xwe ya ji bo zêdebûna şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk anî ziman û got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hewldan û hevkariyek ku pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin amade ye.”