Barzanî berdevk û medyaya xwe derewand
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, medyaya PDK’ê û berdevkê hikûmetê Dîzeyî derewand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di civînekî çapemeniyê de ragihand ku ew nikarin piştrast bikin ku PKK'ê boriya petrola di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de teqandiye û got: "Nikarim piştrast bikim ku PKK'ê boriya petrolê teqandiye yan na û nikarim îtiraf bikim ku PKK'ê karekî wiha kiriye. Lê, li vê herêmê operasyonên leşkerî heye. Bi rastî em nikarin bêjîn hatiye teqandin an ne. Lê bi rastî borî hatiye kûnkirin."
Barzanî herî dawî got: "Nikarim bêjim ji aliyê PKK'ê ve borî hatiye teqandin û ne jî dikarim tiştekî wiha bêjim."
Ji beriya çend rojan hikûmeta Herêma Kurdistanê îdîa kirîbû ku ji aliyê PKK'ê ve boriya petrolê ya di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê hatiye taqandin. Li ser vê yekê Berdevkê KCK'ê Demhat Egîd diyar kir ku tiştekî wiha ji aliyê wan ve pêk nehatiye û nûçeyên wiha tên belavkirin bê bingehin.