Baroya Amedê û Baydemîr çûn serdana gora Elçî: Wê hesab bidin

Endam û rêveberên Baroya Amedê tevî Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, gora Tahîr Elçî ziyaret kirin. Baydemîr li vir axivî û got, "Yên ev qetlîam kirine bila zanibin; ev ê ji wan re nemîne."

Baroya Amedê, li Goristana Yenîkoyê çû serdana gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2016'an de li ber Minareya Çar Ling dema li dijî texrîbkirina minareyê daxuyanî dida û hat qetilkirin. Di serdanê de tevî gelek parêzerên baroyê, Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî amade bû. Di dema ziyaretê de dua hatin xwendin.

Piştî dua û xwendina Yasînê, Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr diyar kir, mirina Elçî ne mirineke ji rêzê ye û got, mirina Elçî bi awayekî eşkere qetlîamek e. Baydemîr dest nîşan kir ku piştî Elçî daxuyanî da yekser hedef hatiye girtin û piştre ev êrîş pêk hatiye. Baydemîr wiha axivî: "Ya ku hatiye kirin rasterast sûîqestek e. Tahîr Elçî her daxwaza mafên mirovan, demokrasî, azadî û aştiyê dikir. Lê belê piştî daxuyaniyan qetlîamek wisa xwe da der û ev ne tesadufî ye."

Baydemîr dest nîşan kir, ku dûr an nêzîk, wê dîktator hesabê zext û pêkanînên xwe bidin û wiha axivî: "Bila kesên ev qetlîam kirine baş bizanibin; wê ev li cem wan nemîne. Hem wê li vê dadgehê hem jî wê li Mahkeme-î Kubrayê bên darizandin. Kesên ku mantiqa wan li ser 'tekbûyînê' ye, wê di bin vî barê pêkanînên xwe de bimînin." Baydemîr anî ziman ku ev dinya ji ti kesî re nemaye û gelek dîktator hatine û çûne. Baydemîr got, "Kesên ku ji bo dahatûya xwe vê qetlîamê dikin, bila van goristanan bibînin. Taliya talî wê her kes were vê derê." 

Piştî Baydemîr Wekîlê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û got, "Ji bo kuştina Tahîr Elçî wek kiryar nediyar xwe nede der, lêgerîna me her didome û wê çalakiya me ku em her hefte li ber edliyeyê li dar dixin jî bidome. Em ê her li ser şopa Elçî bin. Rêya wî parêziya dinyayeke bi edalet bû. Em ê jî her li ser şopa wî bin."