Banga ‘Bila di meha Muharremê de xwîn nerije’

Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî bi wesîleya meha Muharremê bal kişand ser operasyonên li bajêr û Kurdistanê tên kirin û banga pêwîst e tavilê operasyon bên rawestandin kirin.

Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî bi wesîleya meha Muharremê bal kişand ser operasyonên li bajêr û Kurdistanê tên kirin û banga pêwîst e tavilê operasyon bên rawestandin kirin.

Hevberdevkê Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî  Ferhat Guven got, “Em dizanin ku eger yekîtî û piştevaniya me bi bandor bidome em ê karibin vî şerî rawestînin… Em di meha Muharremê de ne. Di vê mehê de xwîn narije, mafê ti zindiyan nayê astengkirin. Lê îro li bajarê me û herêma me operasyon dewam dikin. Em jî ji Dêrsimê wek bermayên Pîr Sûltan, Hallaci Mansur, Yunus Emre, Mewlana, Şêx Bedrettîn, Haci Bektaşî Welî û Seyîd Rizayan bang dikin, werin em dawî li vî şerî bînin. Em di meha Muharremê de û piştî wê Xaka Dayik aciz nekin.”