Balûken: Em xwedî li biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê derkevin

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê, serdanên xwe yên gel, çapemenî û esnafan dewam dikin. Balûken nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP'ê da û xwest, xwedî li biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê bê derketin.

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê, serdanên xwe yên gel, çapemenî û esnafan dewam dikin. Balûken nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP'ê da û xwest, xwedî li biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê bê derketin.

AMED 

Namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya xebatên hilbjartinê de li Otela Lîv Suît a Amedê bi kedkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Parlementera HDP'ê Feleknaz Ûca di civînê de axivî û diyar kir ku hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gaveke gelek girîng bû û tevî hemû hewldanê dijber ên AKP'ê jî, HDP'ê bend derbas kir û wê di 1'ê mijdarê de jî hema serketinê bi dest bixe. Nazmetê HDP'ê Îdrîs Balûken jî diyar kir ku ji hilbijartina bihurî cudatir pêvajoyekê dijîn û ji rojava hilbjartinê bêhtir rojeva şer heye û wiha got: "Dîmekî em li Amedê derbixin holê wê bibe wesîleya dîmenekî hemû herêm û Tirkiyeyê. Dîmenê li Kurdistanê çekên giran, tank û balafirên şer ên her roj li Amedê radibin in. Di bin van dîmenan de em diçin hilbijartina 1'ê Mijdarê."

Balûken anî ziman ku biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê ji bo hilbijartin di nava ewlehiyê de pêk bê û hem jî ji bo hêviya aştiyê careke din pêk bê gelek girîng e. Balûken da zanîn ku roja biryarê li Enqere bombe hatin teqandin. Balûken bilêv kir ku dema li Enqere komkujî pêk hat li Nisêbîn, Lîce, Farqîn û Surê qedexeya kolanan hebû. Balûken destnîşan kir ku li Kurdistanê her roj hewildanên komkujiyê pêk tên û li gel vê yekê her roj êrîşan li hemberî "şehîdgehan" û sivîlan dikin.

Balûken da zanîn ku di operasyonan de her roj leşker û PKK'î jiyana xwe ji dest didin û di operasyona Oremar de jî dîsa leşker û PKK'iyan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "AKP li şûna sindoqan darbestan nîşqanî gelê me dike. Yên wijdana wan heyî divê li hemberî darbestan her roj sindoqan nîşan bidin û ji bo vê yekê têkoşînê bikin. AKP ji bo bi tena serê xwe bibe hikûmet serî li hemû rêbazan dide.

'DIVÊ XWEDÎ LI BIRYARA KCK'Ê YA BÊÇALAKÎTIYÊ BÊ DERKETIN'

Balûken diyar kir ku tevî hemû komkujî û êrîşan KCK'ê bersiva bangan da û li gel vê yekê AKP bi operasyona bersiva biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê da. Balûken anî ziman ku divê hemû derdorên bang li KCK'ê kirin li hemberî operasyonên AKP'ê helwesta hevpar bigirin û rûyê wê yê komkujer teşhîr bikin. Balûken da zanîn ku divê hemû kes xwedî li biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê derkevin û divê rêxistinên sivîl bangên xwe yên operasyonan rawestînin zêde bikin. Banga 750 rêxistinên sivîl ên civakî û Dayîkên Aştiyê ya duh li Amedê ya hikûmet operasyonan rawestîne girîng bû."

Nazmet HDP'ê Nûrsel Aydogan û Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya Akat jî li navçeya Rezan esnaf ziyaret kirin.

OSMANIYE

Li Osmaniyeyê ku HDP xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Di vekirina buroyê de namzeda HDP'ê ya Osmanyeyê Hatîce Bedul Çelebî axivî û diyar kir ku dê pirsgirêkên ku jin dijîn hemû HDP çareser bike û got HDP partiyek jinan e. 

MELETÎ

Namzetên HDP'ê yên Meletiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de taxan ziyaret kirin û balê kişandin ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê. Namzetan dan zanîn ku ji bo pêşiya qetlîamên ku AKP'ê pêk tînin bê girtin divê her kes piştgiriyê bide HDP'ê.

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Borsaya Sewalan ziyaret kirin. Namzed rastî eleqederbûnek mezin hatin. Li vê derê namzed pirsgirêkên sewal firoşan guhdar kirin. Piştre jî namzede buroya hilbijartinê ya Eleşkirtê vekirin. 

SÊRT

Namzetê HDP'ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku civînek çapemeniyê li dar xist der barê gotinên Muftiyê Sêrtê Faruk Arvas ên der barê qurbaniyên Enqereyê de bertek nîşan da û wiha got: "Piştî ku li ser cenazeyên qurbaniyên Enqereyê flamayên kesk, sor û zer ku hatibû dayîn wekî paçavra bin av kir. Ev yek yek bêferasetiye. Ji mirovatiyê derketiye û kesk, sor û zer nirxê vî gelî ye."

BEDLÎS

Namzetên HDP'ê yên Bedlîsê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Norşînê esnafan ziyaret kirin û rastî eleqederbûnek mezin a esnafan hatin.

ÎZMÎR 

Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî Federasyona Komeleyên Demokrat a Qersê ya Herêma Egeyê ya li Konak Gultepeyê ziyaret kir. Di dema ziyaretê de rêveberên komeleyê Kurkçu pêşwazî kirin û sohbet kirin. Kurkçu anî ziman ku HDP'ê benda ji sedî 10 li pey xwe hişt û di 1'ê mijdarê de jî dê ser bikeve û divê hemû kes ji bo aştî û edaletê dengê xwe bidin HDP'ê. 

Namzetên HDP'ê yên din Mulkiye Bîrtane û Cemal Biçak jî Kurdî Der ziyaret kirin. Nazmetên din Eylem Yildiz û Îmdat Ateş jî li taxa Çamkule ya Bornovayê brşoşurên HDP'ê belav kirin.