Balefirên artêşa Tirk careke din sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û li asîmanên Herêmên Parastinê yên Medya yên di bin kontrola gerîlayan de digerin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, balefirên şer ên artêşa Tirk demjimêr 14.00 de li ser herêma Garê û derdora navçeya Şêladizê geriyan û piştre li ser Çemço û Zapê re firiyan.
Nehat zanîn herêm hatiye bombebarankirin an na.