Balefirên şer ên artêşa Tirk îro li ser herêmên Xinêre û Xakûrkê yên di bin kontrola gerîlayên HPG’ê de firiyan.
Li gorî agahiyênhatine bidestxistin, îro saet di navbaer 10.00 û 12.00 balefirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmên Xinêre û Xakûrkê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê re firiyan. Nehat zanîn herêm hatiye bombebarankirin an na.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya îro de ragihand “Di 22’ê hezîranê saet di navbera 03.00 û 05.00 dijî Şkefta Birîndaran û Girê Xeregol a ser bi Herêma Zapê ya ser bi bajaroka Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balefirên şer hatiye bombebarankirin”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 22’ê hezîran demjimêr di 04.00 û 05.00 de, li herêma Metîna ya ser bi navçeya bajaroka Şêladiza ya Amêdîyê û gundê Mêrdînkê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balefirên şer hatine bombebarankirin. Ji ber bombebaranê gelek baxçe û gorristanên gund ziyan dîtin