Balafirên şer ên Tirk jiyangehên sivîlan bomberdûman kir
Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirk jiyangehên sivîl ên li herêma Zapê kirine hedef û gelek mal xera kirine.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirk jiyangehên sivîl ên li herêma Zapê kirine hedef û gelek mal xera kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî bomberdûmanên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên balafirên şer ên Tirk agahî da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirk jiyangehên sivîl ên li herêma Zapê kirine hedef û gelek mal xera kirine.
Di daxuyaniyê de têkîldarî tevgera leşkerî ya li herêmên Şemzînan û Oremarê jî agahî hatin dayîn.
JIYANGEHÊN SIVÎL ÊN LI HERÊMA ZAPÊ HATIN HEDEFGIRTIN
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê yên balafirên şer ên Tirk ên di 8 Kanûnê saet 22.00-23.00’an de ev agahî da:
"8’ê Kanûnê saet 22.00-23.30’an balafirên şer ên Tirk; ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, derdora gundên Bolê û Bukrîskan ên girêdayî herêma Qendîlê, qadê Şehîd Kerîm a herêma Xakurkê, qada Dola Aris Faris a girêdayî herêma Avaşîn, Deşta Kafya û derdora Şehîdgeha Şehîd Akîf Yilmaz a li herêma Garê, qadên Kanî Sarkê û Şehîd Rustem ên girêdayî herêma Zapê bomberdûman kirin. Di encama bomberdûmana li herêma Zapê malên gel ên li qadê bi temamî hilweşiyane.”
LI ŞEMZÎNANÊ OPERASYON
HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyon daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “9’ê Kanûnê (îro) saet 00.00-01.00’an artêşa Tirk li bejahiya gundên Nêrdûşa, Kolê, Biya Horê, Bihê û Spîrêzê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi helîkopterên Skorsky leşker danî û dest bi operasyonê kir. Hêzên artêşa TC ên tevlî vê operasyonê bûne li ser rêyên gundan nuqteyên kontrolê danîne.”
PÊGERÊN HEWAYÎ YÊN KEŞFÊ DIGERIN
Di daxuyaniya HPG’ê de der heqê êrîş û operasyonên artêşa Tirk de ev agahî hatin dayin:
“Ji 6’ê Kanûnê ve qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê; yekîneyên veşartî li derdora girên Guvenlîk, Talisa, Şehîd Dunya, Şehîd Avareş û Bayrak ên li xeta sînorê xwe bi cih kiriye, hê jî bi kemîn danîn ve li eraziyê xebatên keşfê dimeşîne.
SÎNORÊ ZAPÊ HATE BOMBERDÛMANKIRIN
9’ê Kanûnê saet 01.30-02.00’an qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê; qadên derdora xwe bi çekan giran bomberdûman kir.
7’ê Kanûnê saet 09.00-11.00’an qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; qadên girê Satê û Şehîd Gafûr ên li xeta sînorê herêma Avaşîn bi havan û katyûşa bomberdûman kir.
LI ZAP, HEFTANÎN Û GARÊ TEVGERA HEWAYÎ
8’ê Kanûnê saet di navbera 15.00 û 9’ê Kanûnê 10.00’an de li ser herêma Zapê, di heman rojan de saet 22.30-04.30’an li ser herêma Garê, 8’ê Kanûnê saet 07.30-13.30’an li ser herêma Heftanîn û ev du roj in li xeta sînorê herêma Avaşîn pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 8’ê Kanûnê saet 08.00-13.00’an li ser herêma Heftanînê tevgera balafirên şer çêbû.”