Balafirên şer ên Tirk herêmên Xakurkê û Heftanîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bomberdûman dikin. Hat ragihandin ku li herêma Zapê tevgera balafirên şer heye.
Balafirên şer ên artêşa Tirk ji saet 20:40’î ve herêma Xakurkê û saet ji 21.25’an ve herêma Heftanîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin. Hat ragihandin ku ji saet 21.40’î ve jî li herêma Zapê tevgera balafirên şer heye.
Tevgera hewayî û bomberdûmana li herêmên Xakurkê û Heftanîn bi awayekî zêde didome.
Bomberdûmana balafirên şer ku li herêmê didomê, hat diyarkirin ku ji ber bomberdûmana herêma Xakurkê li eraziyê şewat derketiye û gundiyên zomên wan li eraziyê ne neçar mane zozanan terk bikin.
Êrîşa li hember Herêmên Parastinê yên Medya ku didome, balafirên şer Çiyayê Cîlo jî bombe kirin. Li herêma Mêrgezer ku agir bilind bûye, hat diyarkirin ku bomberdûmana li herêmê didome.