Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev careke din bombe li gundên Zergelê, Xûbiyan û Silê yên Qendîlê barandin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev careke din bombe li gundên Zergelê, Xûbiyan û Silê yên Qendîlê barandin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev, bombe li gundên Zergelê, Xûbiyan û Silê yên Qendîlê, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, ji saet di 22:00 ê duh bi pêş û pê ve, piştî tevgera balafirên keşfê, balafirên şer ên Tirk saet di navbera 00:00-02:00 de bombe li derdora gundên Zergelê, Xûbiyan û Silê barandine.
Ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî nehat, lê belê dehl û rezên gundiyan zerar dîtin.