Balafirên şer bombe li Zap û Xinêrê barandin
Balafirên şer ên Tirk, bombe li Zap û Xinêrê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer ên Tirk, bombe li Zap û Xinêrê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên li hemberî qadên gerîla daxuyaniyek da çapemeniyê.
HPG'ê diyar kir ku balafirên şer li Zap û Xinêrê xistine û got, "18'ê Kanûnê saet di navbera 18:30-21:00 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li Xinêrê û kaşê geliyê Xinêrê barandin. Roja 18'ê Kanûnê saet di 20:30 de jî balafirên şer derdora Çemê Zapê ya li herêma Zapê bombe kirin."
LI GARÊ, ZAP Û AVAŞÎNÊ TEVGERA HEWAYÎ
HPG'ê li ser tevgera keşif û balafirên şer jî ev agahî da: "18'ê Kanûnê saet di navbera 17:00-21:00 de li herêma Xakurkê, saet ji 15:00 heta 19'ê Kanûnê (îro) saet 05:00 li herêma Garê, heman rojan saet di navbera 16:00-08:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
18'ê Kanûnê saet di 18:30 heta 19'ê Kanûnê (îro) saet di 02:30 li herêma Zapê, 19'ê Kanûnê saet di navbera 12:00-13:00 de li herêma Avaşînê balafirên şer tev geriyan."
ÊRÎŞÊN BI OBUS Û HAWANAN DEWAM DIKIN
Li ser êrîşên bi hawan û obusan jî di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
"18'ê Kanûnê saet di navbera 10:30-12:00 de 2 helîkopterên bi tîpa Kobra li girê Şehîd Gafûr ê li Oremarê xist: Qereqola Oremarê jî hawan û obus avêt heman herêmê.
18'ê Kanûnê saet di navbera 16:00-16:30 de qereqola Êrîş a li herêma Zapê; quntara girê Xeregolê, saet di navbera 23:00-23:30 de qereqola Bilicanê jî derdora wê bi obus û hawanan bombe kirin."