Balafirên rejîmê bombe li taxa Şêxmeqsûd barandin: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Balafirên rejîma Baas bi bermîlên teqemeniyê taxa Şêxmeqsûd bombardûman kirin. Di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 10 jî birîndar bûn.

Balafirên Rejîma Baas duh taxa Şêxemesûd a bajarê Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, bi 4 bermîlên teqemeniyê bombardûman kirin.
Di encamê de welatiyê sivîl ê bi navê Ednan Sebrî Şawîş (56) û yek jê nasnameya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Ji aliyekî din jî welatiya bi navê Sîlvana (20) ya du canî ji zikê xwe birîndar bû zaroka xwe winda kir.
Di êrîşê de ‘Mihemed Cano (58), Asiya Şêxo (33), Nezmiye Mihemed (47), Roşîn Hac Bekir, Mistefa Mihemed (17), Nîdal Meimo, Fexrî Rezaq (11), Edhem Şêxo (14) û yekî ku nasnameya wî nehat zanîn’, birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, rewşa hin birîndaran xeter e.
Di encamam bombardûmanê de ziyanan madî gihişte 10 malên taxê û gelek dikanan.