Bajarên Serhedê ji bo Cizîrê herikîn kolanan
Li dijî komkujiyên AKP li Cizîrê dike, li Colemêrg, Mûş û Agirî gel herikî kolanan.
Li dijî komkujiyên AKP li Cizîrê dike, li Colemêrg, Mûş û Agirî gel herikî kolanan.
Li dijî komkujiyên AKP li Cizîrê dike, li Colemêrg, Mûş û Agirî gel herikî kolanan. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Li Agirî, Hevserokên DBP'ê yên Agirî jî di nav de 3 kes hatin binçavkirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Colemêrg Geverê, dikan nehatin vekirin, jiyan hat sekinandin. Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Geverê li taxa Eskî Kişla daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede daxuyanî da û anî ziman, ku wehşeta li Cizîrê hatiye kirin nayê qebûlkirin, berpirsyarê wê jî hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan e. Dede destnîşan kir, ku ev êrîş û komkujiyên li wan tê kirin, wê nikaribe serî li wan bide tewandin û anî ziman, ku ew ê li ber xwe bidin.
MÛŞ
Li navçeya Kop a Mûşê di pêşengiya rêxistinên navçeyê yên HDP û DBP'ê, ji bo şermezarkirina komkujiya Cizîrê li ber avahiya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de Hevserokê Navçeyê yê DBP'a Kopê Farûk Çîftçî axivî û anî ziman ku bi komkujî û pêkanînên wehşetê îrada gelê Kurd naşkê û got "Dê komkujiya Cizîrê wekî lewteke reş dî rûpelên dîrokê de cih bigire."
Her wiha komkujî li Gimgimê jî hate şermezar kirin. Bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya DBP'a Gimgimê kom bûn û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Şehîd namirin" meşek lidarxistin. Piştî meşê Hevserokê Navçeyê yê DBP'a Gimgimê Mahîr Yilmaz axivî û diyar kir ku berxwedan dikare rê li ber komkujiyan bigire.
AGIRÎ
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Agiriyê ji bo şermezarkirina komkujiya Cizîrê xwestin ji ber partiyê meşek lidar bixin. Welatiyên ku di destên wan de pankart û dowîzên ku li ser "Cizîr dişewite", "Deng bide Cizîrê", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Li Cizîrê komkujî heye, gotin qediya dem dema berxwedanê ye" hebû dema dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve pêşiya wan hat birîn. Piştî hevdîtinên bi rayadarên polîsan re hatin kirin encam neda li vir daxuyanî hat dayîn.
Hevserokê DBP'ê yê Agiriyê Bariş Demîr li vir axivî û diyar kir ku armanca komkujiyên li Kurdistanê pêk tên îmhakirina gelê kurd e. Demîr berxwedan li cihên berxwedana rêveberiyên cewherî tê meşandin jî slav kir û wiha got: "Li Cizîrê li hember mirovahiyê sûcek pêk hat. Helbet dê hesabê vê komkujiyê ji kiryaran bê pirsîn."
Demîr bang li welatiyan kir da ku li hember vê zilmê berxwedanê mezintir bikin û wiha berdewam kir: "Çawa ku me li Rojava û Şengalê vê lîstika ev lîstika kirê pûç kir em ê li Cizîr û Sûrê jî pûç bikin."
Piştî daxuyaniyê, polîsên ku peyva "Berxwedanê" ya li ser pankartê dinivîsî hincet nîşan dan Hevserokên DBP'ê yên Agiriyê Bariş Demîr û Ayfer Bîrlîkler û welatiyê bi navê Mehmet Aydemîr binçav kirin.
Her sê kesên binçavkirî birin Midirûyeta Polîsan a Agiriyê û derdora avahiya DBP'ê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê û wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin.
Li Bedlîsê jî bi armanca şermezarkirina terora AKP'ê, banga sekinandina jiyanê ji bo roja Pêncşemê hat kirin.