Bajarên Botanê li dijî zilmê deng dan
Ji bo rizgarkirina birîndarên li Cizîrê û li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê li Mêrdîn û Şirnexê bi hezaran kes tevlî çalakiya dengderxistinê ya bi dirûşmeya “Li dijî zilmê deng derxe, deng bide aştiyê” bû.

LI NISÊBÎNÊ ÇALAKÎ
Çalakiya li ser banga HDP,DBP û KCD’ê ya bi slogana “Li dijî zilmê deng derxe, deng bide aştiyê” her roja ku diçe li bajar û navçeyên Kurdistanê belav dibe. Li navçeya ku pêşengiya berxwedana xweseriyê dike li Nisêbînê jî gel îşev jî daket kolanan çalakiya dengderxistinê pêk anî. Di serî de li taxên berxwedanê yên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abidîn, Kişla û seranserî Nisêbînê welatiyan li sînî, qûşxane, derabe û amûrên cûda dan û deng derxistin û deng dan berxwedana Kurdistanê. Welatiyan bi çalakiya dengderxistinê zilma dewletê şermezar kir. Hin welatiyan lembeyên mala xwe jî vemirandin û pêxistin.
MEŞVANÊN BOTANÊ LI HEMBER ZILMÊ DENG DERXISTIN
Her wiha çalakvanên Meşa Botanê jî li ber Navenda Çanda Mîtanî sloganên “Bijî berxwedana Cizîr û Sûrê” berz kir û çalakiya dengderxistinê pêk anî. Meşvanên Botanê yên ku rastî êrîşên hêzên dewletê tên, bi şev û roj bi çalakiyên xwe deng didin Cizîr û Sûrê.
ŞIRNEX
Li Şirnexê di serî de ji taxên xwerêveberiyê yên Bahçelîevler, Yenîmahalle, Dîcle, Yeşîlyurt, Cûmhûriyet û Gazîpaşa, li tevahiya bajar berxwedanên Cizîr û Sûrê hatin silavkirin û ji bo “li dijî zilmê deng derxin” çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Welatiyan bi beroş û taweyan ji şibake û şaneşînên xwe deng didan, dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Serok Apo” û “Li dijî Faşîzmê werin xendekan” hatin berzkirin. Her wiha li ser taxên xwerêveberiyê yên ji ber êrîşên dewletê elektrîk qut in, cih bi cih êrîşên hêzên dewletê dewam dike.
HEZEX
Gel li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi beroş û taweyan ji şibake û şaneşînên xwe çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Her wiha welatiyan bi tilîlî û çepikan jî piştgirî dan çalakiyê.
QOSER
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî bi deh hezaran kesî saet 19.00’an dest bi çalakiya dengderxistinê kirin.