AYM’ê daxwaza tedbîrê ya ji bo Pervane red kir
Serlêdana ÎHD’ê ya bi daxwaza tedbîra demkî ji bo Mehmet Şah Pervane (76) ê ku li Sûrê di jêrzemînekê de asê maye kirin ji aliyê Dadgeha Makezagonî (AYM) hat redkirin.

Ji Mehmet Şah Pervane (76) yê ji ber dorpêça li ser navçeya Sûr a Amedê asê maye 86 roj in agahî nayê girtin, Şaxa Amedê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo biryara “tedbîra demkî” ya têkîldarî qedexeya kolanan serî li Dadgeha Makezagonî (AYM) dabû, ew bi encam bû. AYM’ê têkîldarî mijarê ji Walîtiya Amedê agahî û belge xwestin. Walîtiya Amedê têkîldarî mijarê ji AYM’ê re got 17-19’ê Sibatê ‘korîdora ewlehiyê’ hatiye vekirin, ji çapemeniya nivîskî û dîtbarî daxuyanî dane û her wiha îdîa kirin ku li taxan anos kirine, ji kesên ku tehliye xwestine derfet ava kirine, dîsa avêtin holê ku Pervane ji vê sûd wernegirtiye. Li ser vê jî AYM’ê diyar kir ku ji bo Pervane pêwîstiya biryara demkî tineye, daxwaz red kir.