Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê girtî ye bi riya şêwirmendê xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; "Wargeha komkirinê ya DYA'yê Guantanamo hêj di hişên mirovahiyê de ye. Ez girtîgeha Rihayê wekî 'Urfatanamo' yê binav dikim.
Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li ser şewata li girtîgeha Tîpa E ya Rihayê û şewitîna 13 girtiyan bi riya şêwirmendê xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ayhan diyar kir ku ew jî ev 20 mehin li girtîgeha dişibîne 'Urfatanamo'yê dimîne û got; "Min şert û mercên vê girtîgehê nivîsandin û bi riya nameyekê ji Wezîrê Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclîsê, Komîsyona Şopandina Girtîgehan, ÎHD, MAZLUM-DER, Baroya Rihayê û saziyên çapemeniyê re rêkirin. Hefteyekê beriya şewata li girtîgehê min bi riya faksê nameyek ji wezîrê Edaletê birês Sadullah Ergîn re rêkir. Lê li şûna ku şert û mercên girtîgehê bên sererastkirin ber bi xirabûnê ve çû."
Ayhan di berdewama daxuyaniyê de ev hevok rêz kirin: "Di sala 1960'an de ev girtîgeh hat çêkirin. Kapasîteya girtîgehê 275’e. Lê 1050 girtî lê dimînin. Li her koguşekê herî zêde 6 kes dikarin lê bimînin, lê li van koguşan 18-20-25 kes lê dimînin. Koguşa C-15, 15 metrekare ye û du qat e. Lê li van koguşan 3 ranza hene. Tenê 6 kes dikarin li van ranzayan razên. 12 kes jî di nav nivînên li erdê xew dikin. Zarok li ber deriyê destşoyê radizên."
'CEZA LI SER CEZAYAN LI GIRGIYAN DIBIRIN'
Ayhan anî ziman ku salona konferansê jî ji ber zêdebûna hejmara girtiyan hatiye rûxandin û koguş lê hatine çêkirin û wiha axivî: "Zarok ji aktîvîteyên civakî hatin dûrxistin. Ceza li ser cezayan dibirin. Ji hemû mafan bêpar hatine hiştin. Li girtîgehê pergala cemidandin û germkirinê nîn e. Li her koguşekê tenê pencereyek heye. Hewşên wan jî gelekî biçûk in. Bêhn girtin û dayîn jî zehmet dibe. Girtiyan daxwaza pencereya duyemîn kirin lê ev daxwaza wan hat redkirin. Li her koguşekê tenê destşo heye. Tevî ku bijîşk heye jî tedawiya wan nayê kirin. rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Xwarinên ku tê dayîn ne paqij in. Kevçî û çetal nadin wan. Xwarin bi kevçî û çetalên plastîk tê xwarin. Ji bo pêdiviya çayê semawer jî nadin girtiyan. Tevî ku li hemû girtîgehên din hêkên nepijandî tên dayîn li girtîgeha Rihayê ew jî tune ye. Ya herî zehmet jî ew e ku ji bo hejmartinê girtî mecbûr li ser piyan û bi awayeke yek rêz rawestin."
'HEKE ŞERT NEGUHERIN DÊ BÛYERÊN MÎNANÎ BÊN JIYÎN'
Ayhan destnîşan kir ku bi cezayên keyfî rojname û weşanên kurdî nadin girtiyan û hişyariya heke şert û merc neyên sererastkirin dê bûyerên mînanî bên jiyîn kir. Ayhan wiha berdewam kir: "16'ê Hezîranê girtiyên li koguşa C-15 dimînin ji bo pêkanînên li girtîgehê şermezar bikin agir bi koguşê xistin. Di dema wê de û bi amûrên guncaw mûdaxaleyî şewatê nekirin. Lewma 13 girtiyan jiyana xwe jidest dan. Heke şert û mercên girtîgehê neyên sererastkirin dê heman bûyer bên jiyîn."