Aydogan: PKK ji bo azadiyê têdikoşe

Aydogan: PKK ji bo azadiyê têdikoşe

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di Şahiya Remezanê ya ji aliye Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Weranşarê ya Rihayê ve hate lidarxistin deaxivî û wiha got: "Ji me re dibejin 'hûn çima ji PKK'ê re nabejin rêxistina teror?' Dibejin hûn ji PKK'ê ditirsin. Ji ber ku PKK'e ne rêxistina terorê ye, em nabejin. PKK'e rêxistina ji bo azadiyê têdikoşe ye."

Şevê din ji aliye Rêxistina BDP'ê ya navçeya Weranşarê ve Şahiya Remezanê hate lidarxistin. Şahiya Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Şaredar Îsmaîl Arslan, Wekîlê Şaredar Mehmet Burun, revêberiyên BDP'ê yên bajer û navçeyan û bihezaran welatî tevlî bûn li Salona Amfî Tîyatro ya Navenda Çand ya MED ya Şaredariya Weranşarê pêk hat. Şev bi xwendina qesîde yên ji aliyê Mele Îbrahîm Akkaş ve hate xwendin destpê kir.

Piştre Koma Welatê Rojê derket ser dîkê. Piştî konserê Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Weranşarê Mahmut Kaya, diyar kir ku ew xweseriya demokratîk ya kurdên Suriyeyê silav dikin.

Piştî Kaya Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û Remezana Mubarek a welatiyan pîroz kir.

Aydogan pevçûnên li Şemzînan û Çelê rûdan nirxand û diyar kir ku, gelek mirovan jiyana xwe dest da êdî ew naxwazin mirov jiyana xwe dest bidin. Aydogan wiha axivî: "Kurdistana başûr tekoşîn kir û herî dawî Herêma Federal ya Kurdistanê ava kirin. Ez kurdên Sûriyeyê pîroz dikim. Wan jî bidehan salan bê nasname û bê maf jiyan kirin. Lê şorêş pêkanîn û azadiya xwe standin. Ez wan silav dikim. Serokwezîr Erdogan dibejê, 'Eger li wir rêxistinek bê avakirin em nikarin bêjin eywallah' Tu bêjî Eywallah an jî ne bêjî jî li wir rêxistinek heye. Li hemberên we kurdên kevin tune ne dê kurd li Rojhilata Navîn statuya xwe bigrin û tu nikarî tiştêkî jî bikî."

'PKK'Ê TEKOŞÎNA AZADIYE DIDE'

Hezar kesên li qadê piştrê ronahiyên telefon û çakmaqên xwe pê xist kurdên Suriyeyê slav kir. Aydogan, gotinên Serokwezîr Erdogan yên ji bo parlementerên BDP'ê re "Hûn çima ji PKK'ê re nabejin rêxistina teror" nirxand û wiha pedê çû: "Ji merê dibejin ku, 'hûn çima ji PKK'ê re nabejin rêxistina teror?' Dibejin hûn ji PKK'ê ditirsin. Ji ber ku PKK'ê ne rêxistinekî terorê em nabejin.PKK'e rêxistina ji bo azadiyê têdikoşe ye."

GIRSÐ RASTÎ ÊRÎŞA POLÎSAN HAT

Piştî axaftina Aydogan gelek polîs bi piştgiriya wesayitên leşkerî hatin qada şahiyê, qad dorpêç kir û xwestin welatî belav bibin. Welatiyan jî dorpêç kirina polîsan bi dirûşmeyan şermezar kir. Piştre polîsan bi bombeya gazê êrîşî welatiyan kir. Di êrîşê de gelek zarok û jin ji bombeya gazê zirar dît. Aydogan piştî êrîşa polîsan bertek nîşan da û got bila Waliyê Rihayê û polîs rêzgirtin nîşanî mafên wan yên demokratîk bide.