Aydogan: Gelê Cizîrê cesaretê dide me

Li Cizîra ku AKP’ê polîtîkayên şer kirine dewrê berxwedana gel didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan a ji ANF’ê re axivî got, “Tevî hemû êrîşên dijwar jî berxwedana gel cesaretê dide me.”

Li Cizîra ku AKP’ê polîtîkayên şer kirine dewrê berxwedana gel didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan got, “Tevî hemû êrîşên dijwar jî berxwedana gel cesaretê dide me.”

Yek ji parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz jî ku  daxuyanî da ANF’ê diyar kir ku pevçûn zêde bûne. Sariyildiz ragihand ku bi ti awayî nikarin xwe bigihînın Taxa Nûr û got: “Der barê windayan de ti agahiya me nîne. Eger mirî û birîndar hebin jî nikarin derxin.”

Wekîla HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî got ku pevçûnên li Taxa Nûr didomin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî got: “Tevî hemû êrîşên dijwar jî berxwedana gel cesaretê dide me.”

Li Cizîrê di nav de pitika 35 rojî jî ku heye 5 kesan jiyana xwe ji dest da.