Avabûna YPS li Şengalê hat pîrozkirin
Ciwanên Êzidî yên Şengalî, îlana Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi dadana agir û gerandina govendê li Şengalê pîroz kirin.

Li ser avabûna Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li Bakurê Kurdistanê ciwanê bi navê Rakan Faris ji RojNewsê re axivî û got, "Em vê şahiya ku li serê çiyayê Şengale hat lidarxistin li gelê xwe yê Bakur pîroz dikin. Li Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) pîroz dikin. Wekî ku me ew hêzên dagirker li Şengalê şikandin, em hêvidarin ku em ê li Bakur jî biserkevin. Em dibêjin gelê xwe yê Bakur, em her tim bi we re ne û em pişta we bernadin. Em ji gelê xwe yê Bakur re dibêjin; hêzên dagirker wê bişkê û berxwedana we wê bi serkeve."
Zînê Cesam jî got, "Em weke ciwanên Êzidî berxwedana gelê xwe ya Bakurê Kurdistanê silav dikin û heya dawiyê li pişt wan in. Em hêza wan a parastina sivîlan jî pîroz dikin û silavê me ji wan re hene. Erdogan ê dijmin wê bişkê û berxwedana gelan wê her tim bi serkeve. Wek her dagirkeran dawiya Erdogan jî têkçûn e. Bijî berxwedana Bakur."
Ciwanan bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Bakur", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Bijî Serok Apo" heta derengiya şevê govend gerandin.
Beriya çend rojan li Şengalê ciwanan ji bo şermezarkirina zilma AKP'ê û silavkirina berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê meşek lidar xistibûn.