Balafirên şer ên tirk, li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ku 9 rojin bê navber şer û pevçûn berdewam dike, herêma bejahî da ber bombeyan.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ku 9 roj in bê navber şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîla û artêşa Tirk de berdewam dike û gelek leşkeran di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, balafirên şer herêma bejayî da ber bombeyan.
Hate zanîn ku balafirên şer herêmên pevçûnê dan ber bombeyan û ji bejayî de top hatin avêtin. Hate diyarkirin ku balafirên şer herêma Mergesor, Sertatan, Çiyaye Kuremizgevtan, Goman, Xakurk, Xinêre, Basyan û Avaşin dan ber bombeyan.
Li aliyê din jî reya herema Rûbarokê, 10 gund û 42 mezrayan ji çûn û hatinê re hate girtin.