Artêşa Tirk gef li çalakvanan xwar

Artêşa Tirk gefa rakirina konê piştgiriya bi berxwedana Bakur li ciwanên ku derketibûne xwepêşandanê li gundê Meydan Ekbes xwar û ji wan xwest ji ser sînor vegerin.

Artêşa Tirk gefa rakirina konê piştgiriya bi berxwedana Bakur li ciwanên ku derketibûne xwepêşandanê li gundê Meydan Ekbes xwar û ji wan xwest ji ser sînor vegerin. 

Bi hezaran welatiyên bajarê Efrînê û gundên wê ji bo tevlî meş û xwepêşandana piştgirîdayîna berxwedana Bakûrê Kurdistanê û şermezar kirina terora dewleta Tirk bibin, berê xwe dan gundê Meydan Ekbes ê girêdayî navçeya Raco û li ser sînorê di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê.

Meş seat di 14.00’an de ji qada gundê Meydan Ekbes bi rê ket û girseya gel berê xwe da sînorê Rojava bi Bakurê Kurdistanê.

Di meşê de welatiyên ku pankartên “Bi agirê şoreşê û berxwedaniya Bakûr wê Erdoxan û alîgirên wî têk biçin”, wêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM, Yekîtiya Star û saziyên Rêveberiya Xweser hildabûn û dirûşmeyên “Bijî Berxwedan Bakurê Kurdistanê” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Dema ku girseya gel gihişt ser sînor, Artêşa Tirk tang, meşîneyên xwe li ser sînor zêde kirin.
Ciwanan konê xwe yê piştgirtdayîna berxwedana Bakur li ser sînor vedan. Welatiyên gundê Meydan Ekbes jî peyamek radestî fermandarê Artêşa Tirk ê li ser sînor kir û tê de diyar kirin Artêşa Tirk xaka Rojava derbas dikin.

Berpirsên Artêşa Tirk ên li ser sînor bersiv dan û got, ev ax ya Tirkiyeyê ye û ji sala 1956’an ve hevkirin li ser wê bi dewleta Sûriyeyê re hatiye çêkirin.

Berpirsên Artêşa Tirk ji welatiyan xwest ku konê piştgiriyê rakin û peşve vegerin. Her wiha fermandarên Artêşa Tirk ji welatiyan re gotin eger daxwaza wan bi cih neyê, kefên girtina tedbîrên pêwîst li welatiyan xwarin.

Çalakiya piştgirtdayînê li ser sînor didome û tê payîn ku wê hefteyekê berdewam bike.