Artêşa Tirk êrîşî gundê Sinara dike
Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Sinara yê navçeya Şiyê, topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Sinara yê navçeya Şiyê, topbaran dike.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker ji qereqola xwe ya li ser sînor, 7 top avêtin derdora gundê Sinara ya navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê.
Her wiha hat diyarkirin ku di encamê de, ziyan gihişt malên welatiyên sivîl.
Topbarana li ser gund didome.