Arasan ê ku polîsan înfaz kiribû spartin axê

Selahattîn Arasan ê ku li Qoserê polîsan înfaz kiribû, bi merasîmeke bi tevlîbûna bi hezaran ve hat defnkirin.

Cenazeyê Selahattîn Arasan ê ku li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên dewletê bi rêveberê DBP’ê yê Navçeya Qoserê Cengîz Erdem û 2 jinên ku hê navên wan nehatin zelalkirin re hat înfazkirin ji aliyê malbatê ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat girtin, bi hezaran kesî û bi konvoyek bi sedan wesayîtî ve birin gundê Tizyan (Elmabahçe) ê Mêrdînê.

Di ketina gund de cenazeya Arasan ji aliyê hezaran kesên ji gundên derdor ve hat pêşwazîkirin, cenaze li vir hilgirtin ser milên xwe û bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” ve birin goristana gund, merasîm hat lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokê Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER’ê Abdûllatîf Tabar axivî, bal kişand ser pêkanînên wehşî yên li ser cenazeyan, wiha got: “Ewqasî wijdanê xwe winda kirine ku êdî nahêlên em zarokên xwe jî defn bikin. Lê em ê her tim li cenazeyên xwe, zarokên xwe û têkoşîna xwe xwedî derkevin.”

Piştî Tabar birayê Arasan Îzettîn Arasan mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku birayê wî di rêyek bi rûmet de jiyana xwe ji dest daye, ji tevahî gelê Kurd re sersaxî xwest.

Bira Arasan diyar kir ku êşên gelê Kurd hevpar in, bi bîr xist ku têkoşîna birayê wî rûmet daye wan.

Piştî merasîmê cenazeyê Arasan spartin axê.