Aqûbeta 'Meşa Botanê' tê nîqaşkirin

Asêbûna rêya Dihê-Şirnexê ji ber berfê, rê li ber nîqaşên li ser aqûbeta meşa Botanê vekir.

Berfa zêde ya duh danê sibehê li Sêrtê dest bi barînê kir, rêyên gelek navçe û gundan girt. Koma ku duh ji bo 'Meşa Botanê' bi rê ketû şeva xwe li Sêrtê derbas kirin jî ji ber rêyên hatine girtin nîqaşa 'wê bikaribin meşê bidomînin an na' dikin. Ji ber berfê rêyên Berwarî, Dihê û Şîrvanê û ya Sêrtê hate girtin. Rêya Dihê û Şirnexê ya meşvanan li qada Birîniyê hatiye girtin û berf bûye metreyek. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu yên du nava komê de cih digirin civîn li dar xistin. Piştî civînê wê biryarek bê dayîn.

Duh ji bo meşê bi dehan kesên ku ji Mêrsînê derketin rê ji ber berfê li gundê Burhurukê mecbûr man bimînin. Bi dehan kesên ku ji wesayîtên xwe peya bûn 16 kîlometre meşiyan û gihiştin Sêrtê. 

Li aliyê din ji ber berfê rêyên 220 gundên Sêrtê hatine girtin. Ekîbên Îdariya Teybet a Bajar û Ekîbên Rêyên Bejahiyê ji bo rêyan vekin serê sibehê xebat dan destpêkirin. Lê ji ber ku berf berdewam dike hate hinbûn ku rê careke din tên girtin.