Amûdiyan girtina HDP'yiyan şermezar kir
Derbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê li Amûdê ya Rojava bi meşekê hat şermezarkirin.
Derbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê li Amûdê ya Rojava bi meşekê hat şermezarkirin.
Bi sedan kesên li Qada Şehîd Cîhan hatin gel hev, ber bi Qada Şengalê ve meşiyan. Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û şehîdan hatin hilgirtin de Hevserokê Komseya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mawend Xelo, Hevserokê Konseya Karên Hundir Kenan Berekat, Hevserokê Buroya Karên Olî Şêx Mihemed El-Qadirî, nûnerên TEV-DEM û Kongreya Starê jî beşdarî wê bûn.
Li Qada Şengalê jî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Meclîsa Gel a Amûdê Selman Şêxê axivî. Şêxê girtina hevserok û parlementerên HDP'î şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd biryara îmhakirinê girtiye. Her wiha Şêxê balê kişand ser êrîşên îmhayê yên li dijî bajarên Kurdistanê jî.
Endama Rêveberiya Kongreya Starê Mere Zoro jî diyar kir ku, wê Erdoganî nikaribe vîna gelê Kurd bişikîne û got, ew ê heta serketinê li ber xwe bidin.
Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Beşîr Mele Newaf jî diyar kir ku dewleta Tirk bi girtina hevserok û parlementerên HDP'yî xwestiye li dijî gelê Kurd derbeyê pêk bîne. Newaf wiha axivî: "Tirkiye wê nikaribe rê li ber destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî jî li Rojavayê bigire. Wê parlementerên HDP'î di demeke kurt de serbest bên berdan."
Meş bi berzkirina dirûşmeyên wek "Bakur ne bi tenê ye" bi dawî bû.