Amed sibe dimeşe Sûrê

Gelê Amedê ji bo dorpêç û êrîşên li ser Sûrê ku ev 26 roj in bênavber berdewam dike bi dawî bibe sibe saet di 13.00'an de li Parka Koşuyoluyê kom dibe û ber bi Sûrê ve dimeşe.

Li Amedê çalakiyên piştgiriya berxwedana Sûrê û protestoya dorpêç û êrîşên hêzên dewletê berdewam dike. Sibe jî wê gelê Amedê bi awayek girseyî ber bi Sûrê ve bimeşe. Meş wê bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a DBP'a Amedê saet di 13.00'an de li Parka Koşuyoluyê destpê bike. Tê payîn ku hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK'ê jî tevlî meşê bibin.

Hevserokê DBP'a Amedê Alî Şîmşek ji bo dorpêç û êrîşên ku 26 roj in bênavber berdewam dike bi dawî bibe, bang li gelê Amedê kir ku bi aweyek girseyî tevlî meşê bibe.