Amed ji bo Sûrê çalakiyan lidar dixe

Li dijî êrîşên topyekûn ên tinekirinê, Amediyan îro jî dikan venekirin, wesayît nexebitandin, neçûn dibistanan û jiyan bi vî rengî tevizandin. Gelê Amedê wê saet di 12:00 de ber bi Sûrê ve bimeşe.

Li dijî êrîşên topyekûn ên tinekirinê, Amediyan îro jî dikan venekirin, wesayît nexebitandin, neçûn dibistanan û jiyan bi vî rengî tevizandin. Gelê Amedê wê saet di 12:00 de ber bi Sûrê ve bimeşe.

Li dijî qedexeyên derketina derve û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, Amediyan îro jî jiyan sekinandin. Amediyên ku ji bo destekê bidin berxwedana li Sûrê ev hefteyeke li kolanan e, îro jî dikan venekirin, wesayît nexebitandin, neçûn dibistanan û jiyan bi vî rengî tevizandin

Tevî navenda bajêr, li navçeyan jî welatiyan jiyan sekinadin. Ji bilî firin û dermanfiroşan, ti dikan nehatine vekirin.

Li ser banga HDP, DBP û KJA'yê, Amediyên jiyan sekinandine wê îro saet di 12:00 de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev bicivin û ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin. Welatiyên ji Farqîn, Lice û Pasûrê jî bi rê ketine, wê ji Sêrêya Farqînê ji wesayîtan peya bibin û ber bi Sûrê ve bimeşin.