Amed ji bo şikandina dorpêçê bi biryar e
Li Amedê welatiyên ku bi biryar in dorpêça li Sûrê bişikênin, li Deriyê Rihayê, li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û Sumerparkê dîsa kom dibin. Li Kaynartepeyê pevçûn didomin.

Li Amedê gel bi biryar e dorpêça li ser Sûrê bişkîne, li dora Sûrê dîsa kom dibin. Welatiyên ku li semta Şehîtlîkê kom bûn, çalakiya dengderxistinê li dar dixin û ber bi Deriyê Rihayê ve dimeşin. Welatiyên ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kom bûn jî li kolanan agir pêxistin û dirûşmên "Em aştî naxwizin, şer şer şer" "Her der Sûr her de berxwedan" berz dikin. Welatiyên ku ji Licê, Farqîn û Êlihê hatin jî li Sumerparkê kom dibin.
JI HEWAYÊ BOMBEYÊN GAZÊ TÊN AVÊTIN
Hêzên dewletê ji bo şikandina berxwedanê hem ji bejahiyê hem jî bi helîkopteran ve bombeyên gazê û gaza îsotê davêjin. Ji ber bombeyên gazê yên tên avêtin, meşa li kolanan bi zehmetî jî be didome.