Altûn a ku li Êlihê hatibû qetilkirin hat oxirkirin

Rûşen Altûn a ku xwendakara Zanîngeha Dîcle a Fakulteya Tipê bû û ji aliyê ‎çeteyên qesrê hat qetilkirin, li warê xwe Mûşê hate oxirkirin.

Rûşen Altûn a ku xwendakara Zanîngeha Dîcle a Fakulteya Tipê bû û  ji aliyê ‎çeteyên qesrê hat qetilkirin, li warê xwe Mûşê hate oxirkirin. 

15’ê Adarê li Taxa Aydinlikevler a Êlihê 2 jinên ciwan ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn qetilkirin.  Rûşen Altûn a yek ji van jinên ciwan ku xwendakara Zanîngeha Dîcle a Fakulteya Tipê bû û  ji aliyê ‎çeteyên qesrê hat qetilkirin, li warê xwe gundê Dêliklî yê Mûşê hate oxirkirin. 

Cenazeyê Altûn piştî karên li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û piştî karên olî hate defnkirin.