BI DÎMEN

Alimên Medreseyan: Leşkerên Yezîd îbadetxaneyan dişewitînin

Alimên Medreseyan li dijî şewitandina mizgeft, dêr, medrese û avahiyên dîrokî yên li Kurdistanê derketin û destnîşan kirin, ku yên zerarê didin îbadetxaneyan, leşkerên Yezîd ê ji cinsê Mûaviye ne.

Alimên Medreseyan li dijî şewitandina mizgeft, dêr, medrese û avahiyên dîrokî yên li Kurdistanê derketin û destnîşan kirin, ku yên zerarê didin îbadetxaneyan, leşkerên Yezîd ê ji cinsê Mûaviye ne.

 Alimê Medreseya gundê Findik ê Botanê Mele Talhat Tûran û Alimê Medreseya gundê Hoşat ê Farqînê Mele Îzettîn Ege, ji ANF'ê re axivîn.

YÊN NAVENDÊN BAWERIYAN DIŞEWITÎNIN, SELEFÎ NE!

Mele Telhat Tûran da xuyakirin, ku yên li Kurdistanê mizgeft, medrese û dêran hedef digirin, şopdarên Selefiyan e û di ola Îslamiyetê de bal kişand ser mezinahiya gunehê şewitandina mizgeftan. 

Tûran diyar kir ku feraseta Selefî ya piştî Hz. Mûhammed hat afirandin, îro ji aliyê sîstemê ve tê meşandin û got, "Em ji van re dibêjin Rafîzî. Lewma em alimên olî yên li medreseyan perwerdeyê dibînin, ji van re nabêjin Misilman. Em ji van re dibêjin Selefî. Vana bi hezaran salan e hene. Ew îdîa dikin ku li ser navê Îslamiyetê tevdigerin, lê belê li dibistanên fermî yên dewletê perwerdeyê dibînin. Ji ber ku ti carî li gorî baweriya Akîde tevnegeriyane, wan ji xwe re baweriya Selefî esas girtine. Di ola Îslamê de şewitandina mizgeft, dêr û îbadetxaneyên din, nayê qebûlkirin."

'YÊN LI SÛRÊ MIZGEFT Û DÊRAN DIŞEWITÎNIN, ŞOPDARÊN YEZÎD IN'

Mele Îzettîn Ege jî ragihand ku li gorî baweriya Îslamê, di heqîqeta ol a Hz. Mûhammed de pêwîste hurmet ji hemû gelan, qewm û baweriyan re bê nîşandan û destnîşan kir, ku yên li Mekkeyê Kabe dan ber agir û yên îro li Sûrê mizgeft û dêran dişewitînin, şopdarên Yezîd in. Ege got, "Lê belê Îslamiyeta ku vana pêk tînin; çawa ku kurê Mûaviye Yezîd berî 680 salan Kabe xera kir, çawa ku li Ehlî-Beyt komkujî kir, îro jî sîstema di bin siya Îslamiyetê de hatiye avakirin, van komkujiyan dike."

'PÊXEMBERAN DEST NEDANE ÎBADETXANEYAN'

Ege ragihand ku di dîroka pêxemberan de, destûr ji ti komkujiyên di roja îro de diqewimin re nehatiye dayîn û anî ziman ku yên Kurdan weke Zerdûşt qebûl dikin û xwe jî mîna Misilman nîşan didin, îbadetxaneyan dişewitînin.

Ege destnîşan kir ku di dema Hz. Mûhammed de zarok, dayik û extiyarên esîr hatin girtin nehatin qetilkirin û got, "Lê îro li Kurdistanê ev hemû tên kirin. Yên îro xwe li pişt perdeya Îslamê vedişêrin, di serî de gelê Kurd dixapînin. Beriya niha bi 5 salan bi israr îdîa dikirin ku gelê Kurd Ermenî ye. Lê belê Kurd daketin qadan û bi awayekî komî nimêj kirin. Piştî ku ew qoz ji destê wan hat girtin, vê carê gotin koka Kurdan Zerdûştî ne. Halbûkî Zerdûşt jî mîna hemû pêxemberên din, pêxemberekî Xwedê bû. 77 salan jiya û di pêvajoya Împaratoriya MED de, li erdnîgariya lê bû aştî û biratî bi cih kir."

'VANA LI SER ŞOPA KURÊ MÛAVIYE YEZÎD E'

Ege bibîr xist ku yên ji qewma Yecul û Mecul hatine, li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek talan kirine û da zanîn ku bi zîhniyeta Hamîdiye re dewlemendiyên Mezopotamyayê hatine tinekirin.

Ege got, "Li Farqîna ku 96 salan paytexta Merwaniyan bû, Mizgefta Ecem veguherandine ahurê. Vaye zîhniyeta îro. Halbûkî Îslamiyetê derfet daye ku hemû mirov bi hev re azadiya xwe bi awayekî azad bijîn. Çi mizgeft, çi dêr, çi jî sînagog, şensê hemûyan heye ku bi hev re bin. Mixabin sîstema îro feraseta 'bi tenê ez hebim' ferz dike. Ev yek sîstema kurê Mûaviye Yezîd bi xwe ye. Eger mirov bi zimanekî zelaltir bilêv bikin: DAIŞ tê wateya Tirkiyeyê. Hînê bi mejiyê Alayên Hamîdiye bi ser gelê Kurd de dimeşin. Mizgeftan dişewitînin, dêran bombe dikin."

'DI QURANÊ DE CIHÊ ŞEWITANDINA ÎBADETXANEYAN NÎNE'

Ege destnîşan kir ku di Pirtûka Pîroz de, di beşa îbadetê de fermana parastina navendên baweriyê heye û got, "Li Farqînê li pêş çavên cîhanê komkujiyekê rû da. Li Sûrê mizgeft hat şewitandin, Tahîr Elçî yê xwedî li Mizgefta Çarling derket qetil kirin. Li Cizîrê bi mehan e komkujî tê kirin, lê belê meleyên bi pere yên dewletê di xutbeyeke bi tenê de negotine 'hawar e, êdî bes e ji vê komkujiyê re'. Hurmeta van ji nirxên însanî re nîne. Hurmetê nîşanî cenazeyê mirovên di gorê de nadin. Quran ji 6666 ayetan û 3 beşan pêk tê. Beşa xwe ya destpêkê hiqûq e, beşa duyemîn dîroka cîhanê, beşa sêyemîn jî îbadet e. Girîng e hurmet ji cihên îbadetê re were dayîn. Kî hurmetê nîşanî navenda baweriyan nade, ew ê hurmetê nîşanî ti tiştekî nade."

...