Aldar Xelîl: Divê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bibe bersiva hêvî û daxwazên gelan

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di axaftina xwe ya li Kongreya Sûriyeya Demokratîk de qala Meclîsa Sûriyeya Demokratîk kir û got, "Divê ev Meclîs bibe bersiva li hêvî û daxwazên gelên Sûriyeyê.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di axaftina xwe ya li Kongreya Sûriyeya Demokratîk de qala Meclîsa Sûriyeya Demokratîk kir û got, "Divê ev Meclîs bibe bersiva li hêvî û daxwazên gelên Sûriyeyê.

Kongreya Sûriyeya Demokratîk a bi tevlîbûna 103 delegeyên ji rêxistinên leşkerî, siyasî û civakî yên mûxalefeta Sûriyeyê li bajarê Dêrikê îro destpê kir, dewam dike.

Piştî axaftina vekirinê ya Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, li ser navê Komîteya Amadekar endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl mafê axaftinê wergirt.

Xelîl di axaftina xwe ya li kongreyê de ev xal destnîşan kir:

"Pêkanîna sîstemeke demokratîk di vê qonaxa heye de ji me dixwaze ku em berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bicih bînin û dûrî şaştiyan bikevin. Hûn vê yekê û encamê wê jî baş dizanin.

Em di çariya yekemîn a sedsala 21’ê de ne. Di vê wê sedsalê de hat xuyakirin ku nimûneya dewleta neteweyî ku xwe dispêre nasnameyeke neteweyî hiştiye ku alozî di hemû aliyan de kûr bibin. Ji bo careke din ev yek dûbare nebe û herêm nebe cihê cengê divê nimûneyeke çareseriya ya nû derkeve pêş. Ev nimûne projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ev yek ji şêwazên hukmê federalî ye ku xwe dispêre pir rengiyê û jiyana hevbeş a azad di çarçoveya çanda demokratîk. Ev tişta herî baş e ku em pêk bînin. Bi vê yekê re em ê Sûriyeke demokratîk, azad, pir rengî û aram dûrî şer ava bikin, ev ne tenê ji bo vê qonaxê ye, lê belê projeya pêşerojê ye.

Em baş bawer dikin ku çiqasî sîstemên desthilatdar xurt bin û hewl bidin temenê xwe dirêj bikin, wê nikarbin çirûska agirê şoreşa gelan vemrînin, wê nikarin li hemberî daxwazvanên azadî û demokrasiyê bisekinin. Ew çiqasî tundiyê pêk bînin jî û zordariyê li gelan bikin mîna rejîma El-Baas wê nikarbin xwe bigrin. Me rejîma El-Baas jî li pêş çavên xwe dît. Rejîma El-Baas bi israr dixwest mentiqê yek partî, sîstema navendî ya dagirker pêk bîne, lê me dît çi bi ser wê hat. Ev tenê têrê dike ku em van rastiyan nas bikin.

Sûriye di nava herêmên Rojhilata Navîn de xwedî cihê setratejîk e. Ji ber vê yekê hêzên cîhanê destwerdanên xwe nedan sekinandin, em texmînkirin nakin ku ev hêz aştî û demokrasiyê ji gelê Sûriyeyê re bînin. Lê belê tişta ku çareseriya aştiyane pêşde dixe rêya çareseriya demrokaîtk a siyasî vedike dînamîkiya vî gelî ye ku xwe dispêre hêza xwe.

Sûriya mozayîkeke rengîn e, ji bo Rojhilata Navîn dibe nimûne. Ji ber vê çendê avakirina Sûriyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demrokatîk. Li Sûriyeya dermokatîk wê her kes bi hev re werin vejandin.

Di dema dawiyê de Hêzên Sûriyeya Dermokatîk hatin avakirin û bi berxwedaniya xwe ya mezin ji bo gelên herêmê gelek serketinên mezin bidest xist. Em jî bawer dikin ku avakirina Meclîsa Sûriyeya Demorkatîk dê hêzê bide me hemûyan û wê vîna me ya siyasî temsîl bike.

Ez bang li hemû hêzên demokratîk û hezkirên aştiyê dikim ku piştgiriyê bidin hêzên Sûriyeya Demokratîk, her wiha em Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi hemû pêkhateyên wê silav dikin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku li ser bingehê aştî, yekîtiya dildarî ya azad li gorî rêgezên mafên mirovan ên navneteweyî û yasayên heyî maf, şerê li dijî terorê divê nasnameya xwe derxîne holê. Wê demokrasî û azadiyê li gorî pîroziyên gelan wekî bingeh esas bigre, her wiha baweriyê bi çareseriya hemû pirsgirêkan bi danûstandinan bîne.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk mafên hemû nasnameyên mezhebî, olî, çandî û neteweyî li gorî yasayên navneteweyî nas dike, vê yekê wekî dewlemendiya hêza xwe û derfeta yekîtiya gelan dibîne. Ev meclîs feraseta azadiya jin wekî bingeh digre dest. Em nikarin behsa civakeke azad ku tê de jina azad tune be, bikin. Çiqasî jin azad bibe ewqasî civaka azad dibe. Berxwedaniya jinê û têkoşîna wê ya di şoreşa Rojava de bi taybet li Kobanê li hemberî komên çete yên DAIŞ’ê ev yek îsbat kir û radeya rihê lehengiyê û mezinbûna wê ya dîrokî derxist ber çavan. Divê ev meclîs soza pêkanîna dadweriya civakî û xwedîkerketina li kedkar û hejaran, her wiha şerê li hemberî hemû cureyên keysbaziyê û bazirganên şer û aloziyan bide.

Ciwan hêza dînamîkî ya civakê û ruhê pêşerojê ne. Bi qasî vê yekê divê birêxistinkirî be û berpirsyartiyên xwe yên vekirina rêya pêşketina civaka demokatîk û dînamîkî ya azad veke. Ciwanên Sûriyeyê di hemû warên jiyanê de roleke sereke lîstin. Li hemberî komên çete yên li dijî mirovahiyê sekinîn. Li Sûriyeyê dê ciwan karibin rola xwe ya pêşengîtiya civakê pêk bînin.

Wê Meclîsa Sûriyeya Dermokatîk bibe navenda pêşketina dad, biratî, hezkirin û aştiyê. Beşdarbûna di vê kongreyê de derfeteke dîrokî ji hemû daxwazvanên demokrasiyê re ye ku karibin pê hêvî û daxwazên gelê xwe yên derbarê jiyaneke bi rûmet û azad pêk bînin. Wê Meclîsa Sûriyeya Demorkatîk bigihêje asta rêveberiya pratîkî, nav, sîstema hundirîn û şêwazê vê meclîsê wê bi nêrîn û pêşniyarên we werin diyarkirin.

Di dawiyê de ez dixwazim balê bikşînim ser çavên gelê xwe ku bi hêviya encamên vê kongreyê ye. Ji ber vê jî divê em bibin berisva herî baş a hêvî û xwestekên gelê xwe. Ez spasiyên xwe pêşkêşî we dikim û careke din beşdarên kongreyê û yên ku dixwestin û nikarîbûn werin jî silav dikim."