'AKP'ê çiya, bajar û mirovên me şewitand, em ê ji bîr nekin'
Li Amed, Mêrdîn, Dîlok, Riha, Erzirom û Hatayê bi hezaran kes daketin qadan û li hemberî komkujiya Cizîrê hêrsa xwe anîn ziman.
Li Amed, Mêrdîn, Dîlok, Riha, Erzirom û Hatayê bi hezaran kes daketin qadan û li hemberî komkujiya Cizîrê hêrsa xwe anîn ziman.
Li Amed, Mêrdîn, Dîlok, Riha, Erzirom û Hatayê bi hezaran kes daketin qadan û li hemberî komkujiya Cizîrê hêrsa xwe anîn ziman. Di daxuyaniyan de ji hikumeta AKP'ê re bertek hate nîşandan û pankartên "We destpêkê çiyayên me, piştre bajarên me niha jî mirovên me şewitandin, em ê ji bîr nekin" vekirin.
AMED
Li navçeyên Licê, Çinar û Pîran a Amedê bi hezaran kes hêrsa xwe ya li hemberî komkujiya Cizîrê anî ziman.
Li navçeya Licê ya Amedê girse li ber avahiya navçeyê ya DBP'ê kom bû û bi dirûşmên "Li hemberî zilmê bêdeng nemîne", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Her der Cizîr her der berxwedan" heya navenda navçeyê meşiyan. Li navçeyê esnaf derabe venekir û welatî jî bi çalakiya dengderxistinê piştgiriya meşê kir.
Li Çinarê jî di pêşengiya KJA'yê de li ber avahiya navçeyê ya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Girseya ku tevlî çalakiyê bû gelek caran dirûşma "Kujer AKP dê hesabê bide" berz kirin û hêrsa xwe ya li hemberî hikumeta AKP'ê anîn ziman.
Yek ji çalakiyên şermezarkirina komkujiya Cizîrê li Pîranê bû. Li navçeyê le bir avahiya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate kirin.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî rêxistinên bajêr ên HDP û DBP'ê li Parka Karayoluyê daxuyaniya çapemeniyê dan û komkujiyê şermezar kirin. Hevserokê Navçeyê yê HDP' Artukluyê Nezîr Akaalp û Hevserokê Bajêr ê HDP'a Mêrdînê Musa Alkan di axaftinên xwe de bang li gelan kirin ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin.
Girseyê piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist.
DÎLOK
Rêxistina Bajêr ê DBP'a Dîlokê jî ji bo balê bikşîne ser terora dewletê ya li Kurdistanê û komkujiya Cizîrê li Parka Yeşîlsu daxuyaniya çapemeniyê dan. Girse di daxuyaniyê de pankarta "We destpêkê çiyayên me pişt re bajarên me niha jî mirovên me şewitandin, emê ji bîr nekin" hilgirtin û dirûşma "Gelê Cizîrê ne tenê ye" berz kirin.
RIHA
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê jî welatî di pêşengiya DBP'ê de li Parka Lezgoyê kom bûn. Welatiyên ku pankartên reş vekirin bi dirûşman komkujiya Cizîrê protesto kirin. Hevserokê Navçeyê yê DBP'ê Îbrahîm Ayyildiz daxuyanî da û bang li herkesî kir ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.
HATAY
Li Hatayê jî Bloka Aşitiyê ya Îskenderunê ji bo komkujiya Cizîrê şermezar bike li ber Tesîsên Civakî yên Şaredariya Îskenderûnê daxuyaniya çapemeniyê da. Serokê Şaxa ÎHD'ê Coşkun Selçuk balê kişand ser komkujiya Roboskê û got "Çawa me Roboskê ji bîr nekir em ê destûr nedin ku komkujiya Cizîrê jî were ji bîr kirin."
ERZIROM
Li Erziromê jî endamên ÎHD'ê li avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Erziromê Medenî Aygul destnîşan kir ku komkujiya li Cizîrê li ber çavê hemû dinyayê hatiye kirin û ji bo komkujiyê bang kir ku heyetek serbixwe li Cizîrê lêpirsînê bike.