AKP-DAIŞ careke din li Girê Spî têk çûn

Çend saet berî bicihhatina agirbesta ji bo qedandina şerê li Sûriyeyê, Çeteyên DAIŞ-Nûsra û AKP'ê dan xuyakirin, ku ew agirbestê nas nakin.

Çend saet piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku got, "em ê agirbestê nas nekin", ji Îdlibê ber bi Ezaz û Cerablûsê ve komên çete hatin veguhastin. Di heman saetan de çeteyên DAIŞ'ê di bin kontrola leşkerên Tirk de di sînorê Akçakaleyê (Kaniya Xezalan) re êrîşî Girê Spî (Til Ebyad) kirin û dest bi hewldana dagirkirinê kirin.

Dewleta Tirk bi vê hewldana dagirkeriyê re xwest îtibara xwe ji nû ve bi dest bixe û polîtîkaya xwe ya Sûriye-Rojava ya îflaskirî, zindî bike. Mîna ku li Kobanê kir, çete di nava sînorê xwe re derbasî Girê Spî kir. Bi van çete û çeteyên ji aliyê Silûk, Mebrûka û Eyn Îsa hatî re, li 25 nuqteyan êrîş hat kirin. Bi vê êrîşê re hat xwestin, rêyeke jiyanê li çeteyan were vekirin.

Ev êrîşên dewleta Tirk ên namerdî û kirêt, bi destwerdana hêzên YPG û QSD'ê re negihatin armanca xwe û hatin şikandin. Piraniya çeteyên êrîş kirin, hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hevalên me yên nûçegihan ji Girê Spî û herêma şer ragihandin, pişt plana kirêt a êrîşan derdikeve holê.

LEŞKERAN ÇETE DERBAS KIRIN!

Ji van agahiyan a yekemîn; Ji bo vê êrîşa ji aliyê dewleta Tirk ve hat organîzekirin, di ser rêya leşkeran vekirî de çete ji sê baskan ve ketin nava Girê Spî. Yanî yên ku çete anîn heta sînorê Akçakaleyê û di sînor re derbasî Girê Spî kirin, leşker in. Gelek mirovên li herêmê ev yek dîtin û şahidî kirin. Piştî ku şer destpê kir, leşkerên Tirk bi topbaran û çekên giran re êrîşî çeperên YPG û QSD'ê kirin û destek dan çeteyan.

'LI SER SÎNOR, LEŞKERÊN TIRK ŞERVANEKÎ YPG-QSD'Ê ŞEHÎD XIST'

Şer bi şev saet di 01:00 de destpê kir û heta roja din dewam kir. Çeteyên bi saxî ji şer filitîn, ji vê rêya leşekrên Tirk vekirî bûn derbasî aliyê Akçakaleyê bûn. Her wiha ji borakirina çeteyên birîndar li Akçakaleyê ambûlans jî hatin sekinandin.

Şervanekî YPG an jî QSD'ê yê dest li çeteyên DAIŞ'ê yên direviyan sînorê Tirkiyeyê werda, ji aliyê leşkerê Tirk ve hat şehîdxistin.

ÇETEYAN KINCÊ HPC'Ê LI XWE KIRIN!

Çeteyên êrîşî Girê Spî kirin, mîna Kobanê planeke mezin amade kirin û li gorî wê tevgeriyan. Li gorî vê planê, wê çete êrîşî herêma Îskan a li navenda Girê spî, Eyn Arûs, Nexweşxaneya Watanî û gundê Hemam Tirkman bikira û li van deran serdest bibûna. Piştre wê êrîşî 25 nuqteyan bikira, têkiliya bi bajêr re qut bikira û bi vî rengî bajar ji nû ve dagir bikira.

Çawa ku çeteyên êrîşî Kobanê kirin kincê YPG'ê li xwe kiribûn, çeteyên êrîşî Girê Spî jî kirin kincê Hêzên Parastina Civakê (HPC) li xwe kiribûn. Bi vî rengî xwestin di nava bajêr re balê nekişînin û bi rehetî xwe bigihînin armancên xwe. Heta cihekî ev taktîk serketî bû. Çeteyên ji sê baskan ve êrîşî Girê Spî kirin, ketin hin nuqteyên girîng. Lê belê ji van deran bi saxî derneketin û negihaştin armancên xwe.

ÇETEYÊN LI BER HÊZÊN YPG-QSD'Ê HATIN SER ÇOKAN, CAREKE DIN GEL QETIL KIRIN!

Çeteyên li ber hêzên YPG-QSD'ê hatin ser çokan, mîna li Kobanê li vir jî gule li gel reşandin. Di dema revê de çeteyan li başûrê Girê Spî 15 kes ji malbateke Ereb bi xwînxwarî qetil kirin. Di nava van de jin, zarok û extiyar hebûn.