Akat: Li Tirkiyeyê tenê mifteya çareseriyê Xweseriya Demokratike

Akat: Li Tirkiyeyê tenê mifteya çareseriyê Xweseriya Demokratike

Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat di panela "Xweseriya Demokratîk" de diyar kir ku, li Tirkiyeyê tenê mifteya çareseriyê Xweseriya Demokratîke û dê hemû Kurdistanê bikin Colêmêrg.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî Xweseriya Demokratîk ya ku di 14'ê tîrmeha 2011'an de îlan kir li Êlihê panel pêk anî. Di panela li navçeya Bişêrî ya Êlihê hate lidarxistin de endam û rêveberên BDP'ê, Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel amade bûn.

Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat di panela "Xweseriya Demokratîk" de diyar kir ku, li Tirkiyeyê tenê mifteya çareseriyê Xweseriya Demokratîke û dê hemû Kurdistanê bikin Colêmêrg. Akat wiha got: "Tenê vîna çareseriyê heye ew jî Birêz Abdullah Ocalane. Ger ku îro operasyonên siyasî pêk nehatiban dê serhildanên Sûri li Tirkiyeyê pêk bihatibana. Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo kurdane. Ji bo her kesî ye. Ji bo hemû gelên ku dixwazin di nava hev de wekhev û azad bijîne."

Akat piştî panelê li nava welatiyan geriya û welati ziyaret kirin.