Akademîsyen li Edliyeyê ne: Yên ji bo piştgiriyê hatin binçav kirin!

18 akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaelî ji bo banga aştiyê kirin hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Zanîngeha Arel a Stenbolê jî 7 akademîsyen ji wezîfeyê dûr xist.

18 akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaelî ji bo danezana bi serenavê “Em nabin hevparên vî sûcî” îmze kirin di danê sibehê ji aliyê polîsan hatin binçavkirin, piştî karên wan ên li emniyetê  sewqî Edliyeya Kocaelî hatin kirin.

Yên ji bo piştgiriya akademîsyenan hatin pêşiya edliyeyê jî rastî hewldanên faşîstan ên provakasyonê hatin. Di vê demê de polîsan li şûna berê xwe bidin faşîstên di wesayîtê de axaftin avêtine, êrîşî yên li pêşiya edliyeyê kirin. Serokê Halkevî yê Kocaelî Yaşar Segmen jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.

7 AKADEMÎSYEN HAT DÛRXISTIN

Her wiha piştî hedefnîşandana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Rektortiya Zanîngeha Arel a Stenbolê jî 7 akademîsyenên danezana aştiyê îmze kirin ji wezîfeyê dûr xist.