Akademîsyen li dijî tehdîdên Erdogan bi israr in

Akademîsyenên ku Serokkomarê Tirk Erdogan û çeteyê bi navê Sedat Peker hedef nîşan dan û tehdîd kirin destnîşan kir ku wê di mijara aştiyê de ti tehdît gavê bê paş de nede avêtin.

Akademîsyenên ku Serokkomarê Tirk Erdogan û çeteyê bi navê Sedat Peker hedef nîşan dan û tehdîd kirin destnîşan kir ku wê di mijara aştiyê de ti tehdît gavê bê paş de nede avêtin.

ANF’ye konuşan Barış İçin Akademisyenler Girişimi’nin bildirisine imza atan akademisyenler Prof. Dr. İbrahim Kaboğlu, Doç. Dr. Esra Arsan, Prof. Dr. Işıl Ünal, Prof. Dr. Ahmet İnsel, akademisyen olarak yapılması gerekeni yaptıklarını söyledi.

Akademisyenlerden Esra Arsan, “Barış konusunda akademisyenler konuşmasa kim konuşacak?” derken, İbrahim Kaboğlu, “Erdoğan ve onun aydını Sedat Peker’e bakarak Türkiye’yi okuyabilirsiniz” dedi.

Akademîsyen Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, Doç. Dr. Esra Arsan, Prof. Dr. Işil Unal, Prof. Dr. Ahmet Însel ê îmze avêtin danezana Ji Bo Aştiyê Hewldana Akademîsyenan, ji ANF’ê re axivîn, gotin wek akademîsyen wezîfeya xwe bicih anîne. Ji akademîsyenan Esra Arsan got, “Di mijara aştiyê de akademîsyen naxivin wê kî baxivin?”, Îbrahîm Kabaoglû jî wiha got: “Hûn dikarin li Erdogan û rewşenbîrê wî Sedat Peker binêrin û Tirkiyeyê nas bikin.”

Li dijî hedefnîşana Erdogan a akademîsyenan bertek mezin dibin, akademîsyenan destnîşan kirin ku wê di israra aştiyê de paş de gavê navêjin. Îbrahîm Kabaoglû, Esra Arsan, Işil Unal, Ahmet Însel diyar kirin ku li dijî şerekî wezîfeya her akademîsyen divê bikin kirine.

‘EM NE POŞMAN IN TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Doç. Dr. Esra Arsan got di pêvajoyek wiha de derbas dibin ku her hewldanê aştiyê bi terorê re dikin yek. Arsan bi bîr xist ku berteka herî asayî ya akademîsyenekî ya li tevahî welatên demokratîk li Tirkiyeyê di nav hewldanên krîmînalîzekirinê de ye, wiha domand: “Li herêmê şerek didome û encamên vî şerî heye. Çalakiyek ku mirovên encamên şer dibînin, li ser navê xwe ji vê xemgîn dibin, ji ber vê berpirsiyariyek wijdanî hîs dikin bi rehetî dikarin deynin holê, li Tirkiyeyê wek teror û terorizmê tê nîşandan. Mirov nav bi nav hedef tên nîşandan, dikin qurbanê gotinên nefretê.” 

Arsan got ji pêkanînên xwe ne poşman in û paş de gavê navêjin. Her wiha Arsan got bi tevahî hevalên xwe yên kar ên îmze avêtine danezanê re serbilind e. 

Arsan herî dawî wiha got: “Wê zarokên me ji me re bibêje ‘wê demê we çi kir dayê, bavo?’ Ez ê li ser navê xwe bi serbilindî ez bawer dikim ku ez ê karibin pêkanînên xwe bibêjim.”

‘EGER AKADEMÎSYEN NAXIVIN WÊ KÎ BAXIVE?’

Arsan diyar kir ku akademîsyen dixwazin li Tirkiyeyê dorpêç bi dawî bibin, rêzdarî dayîna mafê mirovan, mafê mirovan di danezana Gerdûnî de were destgirtin û heta di şer de jî mafê mirovan bi awayek exlaqî were destgirtin diparêzin. Arsan wiha got: “ Hemû xebatên Akademîsyenan li ser humanîzmê tê avakirin, ji ber vê xebatên me mirov, êş û mirinê rasterast bandor dike û rasthatina herêmek bi aksiyon jî rast û normal dibînim. Esas ên vê normal û rast nabînin, divê fikirên xwe ji ber çavan re derbas bike.” Arsan ragihand ku bi hedefgirtina akademîsyenan re hewl didin nêrînekê ava bikin û dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê bixapînin. Arsan wiha axivî: “ Li Tirkiyeyê ev şer tenê ji aliyekê ve tê birêvebirin û bi vê qismek tê xapandin. Lê belê, 2 aliyên şer hene. Li ser vî esasî em bang li her 2 aliyan dikin. Şer bi lezgînî rawestînin, bi lezgînî divê dawî lê were. Êdî bi awayek cidî cane mirovan ketiye rewşek tinebûnê. Êdî mirov nikarin miriyên xwe defin bikin, cenazeyên xwe nikarin ji kolanan rakin, alîkariyên tipî nagihijin mirovan. Li hember van rewşên tên jiyîn, wê gotinek me hebe. Akademîsyen naxivin wê kî baxivin? Ji vê rewşê û şûn de wê çi bibe? Li hember van hemû kampanyayên reşkirinê, akademîsyen wê li başî, rastî, edalet, azadî û wekheviya mirovan biparêzin.

 ‘LI WELATEKÎ ZAROK LI ŞÛNA ÇÛKAN, TOMA XÊZ DIKIN’

Li Enqereyê Prof.Dr. Işil Unal anî ziman ku wek tê îdîakirin belavoka hat îmzekirin propagandaya terorê nake, metna ku dewletê dawetî aştiyê dike. Unal wiha got: “Em weke akademîsyen tiştê pêwîst me kir, ji bo dûberkirina pêvajoya aştiyê û destpêkirina mûzakereyan me erka xwe anî ziman. Ez difikirim ku daxwazên me bi aweyek bi zanebûn hatin berevajîkirin. Ev şer peyama yên ku şer dixwazin in.”

Unal bal kişand ku divê raya giştî xwedî li aştiyê derkeve û got: “ Yên ku li Bîngolê mirin jin in, zarok hene. Zarok li şûna çûkan, dar û malan xêz bikin, TOMA, akrep xêz dikin. Ji ber vê sedemê, li hember ewqas mirinan mafê kesî tineye ku bêdeng bibe.” Unal destnîşan kir ku ji bo aştiyê wê xebatên xwe bidomînin û wiha anî ziman: “ Ji bo me ev tehdît û xebatên berevajîkirinê ne girîng e, heta ku li welat aştî pêk neyê wê têkoşîna me berdewam bike. Eger dijberî vê çêbibe, ne girîngiya zanîngehan û ne jî girîngiya akademîsyenan dimîne.”

 ‘TEMAŞEYÎ ERDOGAN Û REWŞENBÎRÊ WÎ SEDAT PEKER BIKIN, TIRKIYEYÊ BIBÎNIN’

Prof. Dr. Ahmt Însel diyar kir ku “Me tiştê pêwîst bû kir”, her wiha Profesorê Mekezagonê Îbrahîm Kabaoglû jî bertek nîşan da û wiha got: “Li cihê ku Erdogan û rewşenbîrê wî Sedat Peker baxive, em ê çi bibêjin? Erdogan axivî em weke reşkarî îfadekirin, Sedat Peker jî weke rewşenbîrê wî demildest kete dewreyê, me bi xwînê tehdîd kir. Li vir gotin qediya. Li ser vî esasî temaşeyî Erdogan û rewşenbîrê wî Sedat Peker bikin, hûn ê Tirkiyeyê binirxînin.”