Ahmet Turk: Her çar parçeyên Kurdistanê dê bibin yek

Ahmet Turk: Her çar parçeyên Kurdistanê dê bibin yek

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di şahiya ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê hatibû lidarxistin de axivî û diyar kir ku di encama têkoşîna bi salan tê meşandin li Rojava desteftî hatin bi dest xistin û gelê Rojava silav kir. Turk, anî ziman ku bila hemû kes bizane ku dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî da zanîn ku tehemûla hikumeta AKP'ê çawa ku li hemberî kurdên li Tirkiyeyê tune ye, li hemberî kurdên Rojava jî tune ye û wiha got: "Dema dîmenên li wir dibînin, dîn û har dibin. Lê em li hemberî dîmenên wir, pir kêfxweş in û rumetdarin. Ji ber azadiya Kurdistana Rojava em dilşad û bextewar in."

Rêxistina BDP'ê ya Qoserê bi dirûşmeya "Pêşeroja me ya azad, bi Rêbertiya azad pêkan e" li Bajaroka Dirbesiyê şahiyek li dar xist. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlementerê BDP'ê ya Agiriyê Halîl Aksoy, Endamê Meclîsa BDP'ê Mehmet Demîr, rêvebirên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarên navçe û bajarokan û bi hezaran welatî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Bê serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin avêtin û li ser dîwaran alên PKK'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û panqartên wekî "Em şoreşa Rojava silav dikin", "Pêşeroja me ya azad, bi Rêbertiya azad pêkan e", "Sînorên ji dilê xwe me rakir ji navbera axan jî em ê rakin" hatin daliqandin.

'EZ KURDÊN ROJAVA SILAV DIKIM'

Di şahîyê de ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku di encama têkoşîna ku gelê kurd bi salane dide, li Rojava destkeftî hatine bi dest xistin. Turk silavên xwe ji Qamişlo, Amûdê, Efrîn, Dêrika Hemko, Kobani û hemû bajar, navçe, bajarok û gundên kurdan şand û wiha got: "Bila hemû kes baş bizanibe ku dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek. Kurdên Rojava bi têkoşîna xwe ya rêxistinî gihaştin azadiya xwe. Birayên me yên azad gihaştin sînorê Dirbesiyê. Dengê azadiyê sînoran derbas dike û li hemû axa Kurdistanê deng vedide." Turk, bilêv kir ku kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê dê bibe hêviya gelên din ên rojhilata navîn û destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e ji bo azadî û rumeta xwe têkoşînek ku berdêlên wê pir giran e dimeşîne û bi vê têkoşînê riya serxwebûna gelên rojhilata navîn vekiriye.

'SIYASETA ERDOGAN, SIYASETA ZILIMKARAN E'

Turk siyaseta Serokwezîr Erdogan wekî siyaseta zilimkaran bi nav kir û wiha axivî: "Erdogan li hemberî her bûyerên ku li Sûriyeyê pêk tê Esad bi zilimkariyê sûcdar dike. Lê dema mijar dibe kurd, siyaseteke durû dimeşîne û zextan dike." Turk, bibîr xist ku zêdetirê salekê ye li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan de tecrîd tê meşandin û wiha got: " Ev tecrîd ne mirovî ne jî exlaqî ye. Ev tecrîd faşîzm û zilma herî mezin a cîhanê ye. Em ê teqez vê tecrîdê rakin."

Piştî axaftinan xwepêşandina fîşekên hewayî hate kirin. Piştî wê hunermendên girêdayê NÇM’ê derketin ser dikê û stranên xwe bi beşdaran parve kir. Herî dawî Hozan Comert derket ser dikê.