Hevserokê Gitşî yê KCD’ê û Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo sersaxiyê çû Mûşê û der barê pevçûna ku li Colemêrgê qewimî de daxuyaniyek da û got: “Ji bo ev xwîn bê rawestinadin divê siyaset bê afirandin.”
Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk tevî Parlamenterê Muşê yê BDP’ê Sirri Sakik re ji Enqereyê bi balafirê çû Muşê û tevlî merasîma cenzayê Dervîş Çaki yê BDP’yî bû.
Piştre jî çûn serdana malbata Çaki û sersaxî ji malbartê re xwsestin. Ahmet Turk der barê pevçûnên li Colemêrgê hatiye jîn de axivî û wiha got: “ Divê ji bo rawesetandina van êşan siyaset bê afirnadin. Ger ku bi rastî em wekî siyasetmedarekî peywira xwe bînin cih, îro li vî welatî em ê aştî, biratî û azadiyê pêk bînin. Em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane, rehmê li wan dikin. Bila serê malbatên wan sax bin.”