‘Agirê tekoşînê wê Rebertiya me azad bike’

Li Wanê jî bi dehezaran kes bi dirûşma "Her der Newroz her der berxwedan" qedexe û dorpêça li ser Newrozê şkandin û bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin.

Li Wanê jî bi deh hezaran kes bi dirûşma "Her der Newroz her der berxwedan" qedexe û dorpêça li ser Newrozê şikandin û bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di axaftina xwe de diyar kir ku îsal destûr nehatiye dayîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê bigihe gel û got "Lê nikarin Ocalan ji dilê me derxin." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku hikumeta AKP'ê bi gotinên "Em ê çok bi we bidin danîn" bersiva daxwaza aşitiyê dide û got "Daxwaza aşitiyê karek bi rûmet e. Lê ev rûmet bi wan re tune ye."

Li hemberî qedexeya hikumeta AKP'ê bi sedhezaran Kurd li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Her der û her dem Newroz" agirê berxwedanê pêdixe. Li Wanê jî îro bi dehezaran kes guh neda qedexeya walitiyê û li gel hemû dorpêç û astengkirinan jî li Xaçerêya 2 Nîsanê kom bû bi rihê berxwedanê cejna vejînê pîroz kir. Beriya pîrozbahiyê ji taxên Şehît Firat, Xaçort, Şabaniye, Suphan û Sixkê yên navçeyên Artemêtan, Rêya Armûşê û Tuşbayê, bi hezaran kes dorpêça polîsan derbas kir û li qadê civiya. Li gelek taxan jî gel agirê Newrozê pêxist û Newrozê pîroz kir. 

Jinên Wanê bi kincên xwe yên gelêrî, ciwan jî bi şel û şepikan rengê xwe dan qada pîrozbahiyê. Li gel ku polîsan gelek caran banga "belav bikin" li gel kirin, gel terka qadê nekir û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana Geverê", Bijî berxwedana Sûrê" û "Kujer Erdogan" berz kirin. Di saetên ku gel li qadê kom dibû, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî li ser riya Erdîş-Wanê ji aliyê bi sedan wesayîtan ve hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş û Dîcle pişt re li gel parlamenterên HDP'ê yên Wanê, hevşaredarên DBP'yî yên Wanê û nûnerên saziyên civakî re hatin qada Newrozê. 

DÎCLE: PEYAMA OCALAN A NEWROZÊ HATE ASTENG KIRIN

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle Newroza gel pîroz kir û li ser girîngiya Newroza 2016'an axivî. Dîcle destnîşan kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2016'an hatiye astengkirin û wiha axivî: "Îsal ji bo peyama birêz Ocalan pirsgirêk derxistin. Nikarin Ocalan ji dilê me derxin. Ji Ocalan re hezar silav."

'BILA LI PEYAMA SÊVÊ, PAKÎZE Û FATMAYÊ BINÊRIN'

Dîcle di axaftina xwe de balê kişand ser dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên li Kurdistanê û wiha pê de çû: "Niha li Cizîr, Silopî û gelek bajarên me zilmê li gel dikin. Gelê me li hemberî vê hovitiyê têdikoşe. Armanca wan ew e ku Kurdan terbiye bikin û ji daxwaza azadiyê dûr bixin. Bila Mazlum Dogan û Kawayan bînin ber çavên xwe. Bila li peyamên Sêvê, Pakîze û Fatma binêrin û bibînin ku emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. hûn nikarin statu û nasnameya me tune bikin. Emê di vê Newrozê de bi têkoşîn û berxwedanê ji riya şehîdên xwe biçin."

DEMÎRTAŞ: XAYÎN HÛN IN

Piştî Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş cejna Newrozê li gel pîroz kir. Demîrtaş di axaftina xwe de balê kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewletê û hikumeta AKP'ê û wiha axivî: "Rêvebirên welatekî nikarin welatiyên xwe xayîn îlan bikin. Kî dijminê kî ye? Kî li ser vê axê di navbera Kurd û Tirkan de newekheviyê bike xayînê vî welatî ew e. Ji ber ku we vî welatî firot hûn xayîn in. Hemû gelên ku li ser vê axê dijîn xwediyê vê axê ne. Xayîn hûn in."

'BI WAN RE RÛMETA AŞITIYÊ TUNE YE'

Demîrtaş polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Li her derê Tirkiyeyê cenaze û êş heye. Li malên şînê binêrin, malên feqîran in. Yên dimirin û dikujin xizan in. We qet bihîst ku li Qesrê şînê danîne. Em dibêjin werin em dest bidin hev û vî şerî rawestînin. Demîrtaş diyar kir ku hikumeta AKP'ê bi gotinên "Emê çok bi we bidin danîn" bersiva daxwaza aşitiyê dide û got "Daxwaza aşitiyê karek bi rûmet e. Lê ev rûmet bi wan re tune ye."

Demîrtaş ji bo nîqaşên fezlekeyan jî helwesta HDP'ê dubare kir û bang kir ku ji bilî destnedayîna kursiyê, destnedayîna hemû parlamenteran were rakirin û got "An ewê destnedayîna 550 parlamenteran rakin an jî nikarin dest bidin kesî."

Piştî axaftinan pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.