Agahiyên têkîldarî 2. Konferansa Jinên Cîhanê

Der heqê amadekariyên 2. Konferansa Jinên Cîhanê de agahî hatin dayîn.

Koordînatora Rojhilata Navîn a Konferansa Jinên Cîhanê Meral Çîçek, daxuyaniyek nivîskî li ser navê Rêxistina Têkîliyên Jinên Kurd (REPAK) weşand, der heqê amadekariyên 2. Konferansa Jinên Cîhanê ya wê 13-18’ê Adarê 2016’an li paytexta Nepalê Katmandû bê lidarxistin agahî hat dayîn.

Çîçek daxuyaniyek nivîskî da, wiha bi bîr xist: “Yekemîn Konferansa Jinên Cîhanê, 2011’an li paytexta Venezûela Caracas hatibû lidarxistin. Di konferansa ku ji 43 welatan 3 hezar û 500 jin tevlîbûn de Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) ji aliyê beşdarvanan Koordînatorê Rojhilata Navîn hatibû hilbijartin.”

XEBAT ÇAWA TÊN MEŞANDIN?

Jinên Cîhanê bi rêya koordînasyona parzemînan ve xebatên xwe koordîne dikin. Di Civîna Civata Giştî ya ji her 5 sala carekê di Konferansa Jinên Cîhanê de ji her parzemînekê 2 endamên koordînasyonê û 2 jî cîgir tên hilbijartin. Endamên koordînasyonê di navberên cuda cuda de kom dibin. Di civînan de hem rewşa jinan li parzemînan tê bidestgirtin, têkîldarî mijarê biryar tên girtin û xebatên amadekariya konferansa dûv re tê kirin. Hedef dikin ku agahiyê bidin Koordînasyonên Parzemînan û rêxistinên jinan ên li herêman, hewl didin tevahî rêxistinên jinan ên têkîlî pê re avakirine bixin nav pêvajoyê. Ji bo vê jî Konferansên Jinan ên Parzemînan tên lidarxistin.

KÎ DIKARIN TEVLÎ BIBIN?

Konferans ji tevahî jinan re û bi taybet ji jinên ciwan re vekirî ye. Kes û rêxistinên faşîst, fundemantalîst, dijminê jin an jî cînsiyetparêz nikarin tevlî konferansê bibin. Ji her welatî bê sînor jin û rêxistin dikarin tevlî bibin, di konferansê de beşdarvanên her welatî di nav xwe de ji bo tevlîbûna Civîna Civata Giştî, 5 delegeyan diyar dikin.

Her beşdarvan bi xwe mesrefên xwe çareser dike. Komîteya Amadekar a li Nepalê piştî 1’ê Kanûnê wê lîsteyên otel û malên mêvanan ên li Katmandû binêrin, wê hewl bide hin hevpeymanên taybet bi hin otelan re çêbikin. Her wiha ji bo beşdarvanan wê belgeyên têkîldarî tevlîbûnê her cure agahiyan dide di destpêkê de bê şandin.

 RAPORÊN PARZEMÎNAN

Ji bo jinên cîhanê karibin piştevanî, piştgirî û parvekirinê pêş bixin, pêwîst e der heqê hevdu de xwedî agahî bin. Ji ber vê jî ji bo pêşkêşkirina Civîna Civata Giştî ya 2. Konferansa Jinên Cîhanê wê Raporên Parzemînan bê amadekirin. Ev rapor têkîldarî rewş û rojeva jinên li wan welatanan e. Koordînasyona Rojhilata Navîn wê van raporana bike yek û pêşkêş bike.

Wê tevahî rapor, di konferansê de ji beşdarvanan re jî bê pêşkêşkirin.

...