Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê der barê bombebarana artêşa Tirk de weşand, balafirên şer ên dewleta Tirk duh bi şev saet di 22:55'an de êrîşî herêmên Qendîl, Zap, Metîna, Gare, Heftanîn, Avaşîn û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin û van êrîşan heta danê sibehê dewam kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, bi taybetî li herêmên Zap, Metîna, Heftanîn û Avaşînê, dema tevgera hewayî sekinî, ji baregehên leşkerî yên Tirk ên li ser sînor êrîşên bi obus û hawanan hatin kirin.
Êrîşên balafirên şer ên Tirk, navber bi navber heta saet 06:00 ê ber destê sibehê dewam kirin. Der barê encamên bombebaranê de çavkaniyên HPG'ê daxuyaniyeke fermî nedane. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji ber êrîşên hewayî û êrîşên bi hawan-obusan, li gelek cihan şewata daristanan rû daye.
Hat ragihandin ku li herêma Gareyê ya ku gerîla û gelê sivîl lê dijî, gundên Derişkê, Şêrtê hedef hatine girtin û li hemberî Deşta Kafya jî danê sibehê bombebaraneke giran hatiye kirin. Li gorî agahiyan, li hemberî gundê Şêrt ê gelê sivîl lê heye, bombebaraneke giran hatiye kirin. Şewata ji ber bombebaranê derket, li herêmê dewam dike.
LI GUNDÊ ENZÊ YÊ QENDÎLÊ SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Êrîşa hewayî ya duh bi şev aset di 01:15'an de li dijî herêma Qendîlê destpê kir, heta ber destê sibehê dewam kir. Agahiyên berfireh ên li ser vê êrîşê bi dest neketin, lê belê li gorî agahiyên destpêkê, balafirên şer li gundê Enzê yê sivîl lê dijîn xistine û ji ber vê bombebaranê ji gelê sivîl gelek kes birîndar bûne.
BOMBEBARANA LI XAKURKÊ HETA BER DESTÊ SIBEHÊ DEWAM KIR
Li herêma Xakurkê jî, tevger û êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Tirk heta saet 07:30 ê danê sibehê dewam kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, balafirên şer ên artêşa Tirk, li herêma Xakurkê cihên ku sivîlan weke deşt û wargehê ji xwe re bi kar tînin, hatine bombekirin. Der barê encamên bombebaranê de agahiyeke zelal bi dest neket.
TEVGERA PÊGERÊN HEWAYÎ YÊN KEŞFÊ DEWAM DIKE
Piştî êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku danê vê sibehê bi dawî bûn, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re dest bi keşfê kir.