HPG’ê agahiyên berfireh ên der barê operasyona gerîlayan a di 4’ê tebaxê de li navçeya Çelê li dar xist, çalakiyên gerîlayan ên di navbera 8-9’ê tebaxê de agahiyên berfireh da. HPG’ê ragihand ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye û çekên ku gerîlayan bi dest xistine aşkere kir. Her wiha , HPG2ê ragihand ku gerîlayan avêt ser ocaxa kevir a li Şirnexê û cerdevanek li Colemêrgê hat binçavkirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê dagahiyên berfireh ên der barê operasyona şoreşgerî ya ku gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê de aşkere kir. Di daxuyiyê de hat gotin ku gelek çek ji aliyê gerîlayan ve hatine bidestxistin û gelek jî hatine rûxandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da:
-Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî 19 baregehên leşkerî yên artrêşa dagirker a tirk ku ji aliyê gerîlayên me ve operasyoneke şoreşgerî hatibû lidarxistin, di qonaxa yekemîn de ji bo raya giştî agahî hatibû dayîn. Di vê operasyonê de 10 kaleşnîkof, 2 MG3, 5 G3, 4 HK-33 Çeka Melez, 20 cercorê van çekan, cîhazeke termal a biçûk û mezin ji aliyê gerîlayên me ve hatine desteserkirin. Herweha 7 panzer, wesayiteke kîrpî, 2 çeka A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 G3 , 10 telefon û gelek alavên leşkerî hate rûxandin.
-Gerîlayên me di navbera 7-9 tebaxê de di qonaxa duyemîn tevgera şoreşgerî de di çarçoveya qonaxa duyemîn de li dijî baregehên leşkerî yên cûna hin çalakî hatine lidarxistin.
-Di 7'ê Tebaxê de di saet 07.30'an û di 8'ê Tebaxê di saet 12.00'an de du caran li navçeya Çelêya Colemergê de li dijî baregeha leşkerî ya Girê ji aliyê gerîlayên me ve çalakî hatine lidarxistin. Di encama vê çalakiye de 3 çeper û dûrbînek nîcon hatine rûxandin.
-Di 8'ê Tebaxê de di saet 06.30'an de li navçeya Çelê li dijî du girên cûda yên Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayen me ve hemwext bi awayeke bandar hatiye lêdan.
-Di 8'ê Tebaxê de di saet 08.00'an de li Çelê di encama çalakiya li dijî Qereqola Şikêr hate lidarxistin de panzerek hate rûxandin, herweha hemwext li leşkerên nizamiye jî hatiye lêdan.
-Di 9'ê Tebaxê de (îroj) di saet 06.30'an de li dijî Tabûra Êrîşê, di saet 08.00'an de li dijî Qereqola Serê Sêvê û Karataşê çalakiyên hemwext ên hate lidarxistin hîn jî berdewam dikin.
-Di encama van çalakiyên hatine lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di derbarê encamên çalakiyan de her ku agahî bigihêjin dest me wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
-Li herêmê hîn jî kontrola gerîlayên me berdewam dike. Dijmin ne ji hewa ne jî ji bejahî tu mudaxele nîne. Lê bi navber li hin deveran bi hewan û obusan bombebaran dike.”
LI NISÊBÎNÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 8’ê tebaxê de li Nisêbînê çalakiyek li dar xist û got; “Di 8'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li nêzî Qereqola Gundê Gurinê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî bi qasî saeteke termê vî leşkerî li erdê maye rakirine Nisêbînê.”
GERÎLAYAN AVÊT SER OCAXA KEVIR
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 8'ê Tebaxê de li navenda Şirnexê li herêma Niyarê li dijî kargeha kevira ya Weysî Şahînê ji bo Fermandariya Tumena Şırnexê dixebite, ewlekariya wê ji aliyê leşkeran ve tê girtin û xebatên leşkerî birêve dibe, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de di şantiyê de dozerek, kemyonek û wezayiteke kevirşikêrek bi şewatê hatiye rûxandin.
CERDEVANEK HAT BINÇAVKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Colemêrgê cerdevanek binçav kirin û got; “Li navenda Colemergê Nebî Erolê li gundê Kotranûsê cerdewanî û sîxuriyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Ev kesê lêpirsîna wî qediyaye, li ser sonda dest ji cerdewanî û sîxurtiyê berde, çeka wî hatiye desteserkirin û serbest hatiye berdan.”