Şewata leşkeran li Xozatê derxistibû hê jî didome

Şewata ku leşkerên Tirk ên dagirker li navçeya Xozatê pêxistibûn, 6 roj in nayê vemirandin.

Li gundikê Koçerî ya gundê Kurukaymak a girêdayî navçeya Xozat a Dersimê, şewata ku di 18’ê Tebaxê de, destpê kir dewam dike.

Piştî operasona eskerî, agir bi daristanê ketibû.

Şewata ku 6 rojin dewam dike, bi tu awayî rayedara mûdaxile nakin. Ji ber vê yekê qedek mezin a daristanê bû xelî.

Li aliyekê şewat li derdorê belav dibe û li aliyê din jî, operasyona eskerî ya li herêmê berdewam dike.