Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Şaredariya Mûşê mûçeyên kedkaran ji sedî 60 zêde kir

Şaredariya Mûşê ya DEM Partiyê ji bo zêdekirina mûçeyên kedkarên şaredariyê bi DİSK/GENEL ÎŞ’ê re hevpeyman îmze kir û mûçeyên kedkaran ji sedî 60 hate zêdekirin.

Şaredariya Mûşê ji bo başkirina aboriya kedkarên şaredariyê gaveke girîng avêt. Şaredariya DEM Partiyê li ser zêdekirina mûçeyên karmendan bi Sendîkaya Karkeran a Xizmeta Giştî (GENEL ÎŞ) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên  Şoreşger (DÎSK) a şaxa Mûşê re hevpeyman îmze kir.

Her wiha mafên civakî yên karkeran hatin baştirkirin. Bi mûçeya ku di Hezîranê de hat zêdekirin re di nava 6 mehan de mêçeyên karmendan bi tevahî ji sedî 110 hate zêdekirin.

Hevşaredar Sirri Soylemez bi Nûnerê Herêmê yê GENEL-ÎŞ’ê ya DÎSK’ê Sadik Demîr û Serokê GENEL-ÎŞ’ê ya DÎSK’ê ya Mûşê Erol Yildiz re hevpeyman îmze kirin û piştre bi hev re govend gerandin.