Îranê êrîş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê
Îranê kampa Cêjnîkan a li nêzî Hewlêrê, car din hedef girt.
Îranê kampa Cêjnîkan a li nêzî Hewlêrê, car din hedef girt.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derbarê êrîşeke nû ya Îranê ya li ser kampa Cêjnîkan a malbatên wan a li nêzîkî Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro Komara Îslamî ya Îranê careke din bi dronan êrîşî kampa Cêjnîkan a li nêzîkî Hewlêrê kiriye.
Hate gotin ku divê êrîşa nû de Îranê 3 dron bikar anîne. Li gorî daxuyaniyê di nava sê rojên borî de ev cara duyeme Îran bi rêya dronan êrîşî vê kampê dike.
Li gorî heman daxuyaniyê ji destpêka şer ve heta niha, ev kamp gelek caran ji aliyê Komara Îslamî ve hatiye armancgirtin.
Li gorî daxuyaniya Hizba Demokrat, Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Emerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetirî 129 moşek û dronan êrîş kiriye ser kampên malbatên partiya wan ên li Herêma Kurdistanê.