Îran cenazeyê 2 girtiyên Kurd radestî malbatên wan nake
Cenazeyên girtiyên siyasî yên Kurd Naser Bekirzade û Mehrab Abdullahzadeh ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, radestî malbatên wan nayên kirin.
Cenazeyên girtiyên siyasî yên Kurd Naser Bekirzade û Mehrab Abdullahzadeh ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, radestî malbatên wan nayên kirin.
Ciwanên Kurd Naser Bekirzade û Mehrab Abdullahzadeh ên li Girtîgeha Îranê dihatin ragirtin, ji hêla rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Hat zanîn ku cenazeyên ciwanên Kurd hêj jî radestî malbatên wan nehatine kirin. Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê da zanîn ku ku Bekirzade di 2’yê Gulanê de û Abdullahzade jî di 3’yê Gulanê de hate darvekirin û cenazeyên wan nehatine radestkirin.
Serlêdanên malbatan ên ji bo wergirtina cenazeyan jî hatin redkirin. Hengawê got: “Rayedarên Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê radestkirina cenazeyan red kir û ji xizmên wan re got ‘dê cenaze neyên radestkirin.’ Her wiha rayedaran nehiştin malbat li malên xwe bicivin û li Urmiyeyê merasîma bîranînê li dar bixin. Xizmên wan neçar kirin ku tenê li gundê xwe merasîma şîngirtinê li dar bixin.”